Wezîrê Elman Mîchael Roth diyar kir ku divê Tirkiye li gorî rapora CPT destûrê bide ku parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan pê re hevdîtinê bikin.
Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût, têkildarî tecrîda li girtîgeha Îmraliyê hefteya derbasbûyî pêşnûmepirsek pêşkêşî hikumeta federal a bi serokatiya Serokwezîr Angela Merkel kiribû. Di pêşnûmepirsê de tespîta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) hatibû bibîrxistin û hatibû gotin: "Tecrîd li Îmraliyê mayinde bûye û li gel hişyariya sala 2016'an jî hîn guhertin nehatiye kirin." Gokay Akbûlût di vî warî de ji hikumeta Merkel pirsî bê çi difikire.
Bi navê hikumetê, Wezîrê Dewletê yê ji Karên Ewropayê Berpirsyar Mîchael Roth bersiv da pêşnûme pirsa Partiya Çep.
Roth bersiveke kurt da pêşnûmepirsê û bersiva wî li malpera înternetê ya Meclîsa Federal hate weşandin. Roth ji Tirkiyeyê xwest ku şertên Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) bi cih bîne ku ew jî endamekî Konseya Ewropayê ye. Wezîrê Elman destnîşan kir ku mafên têkildarî girtî û hikumxwaran ên bi PMME'yê hatine ewlekirin, divê neyên binpêkirin û got, "Hem Yekîtiya Ewropayê hem jî Hikumeta Elman a Federal di hevdîtinên bi Tirkiyeyê re bendewariyên xwe yên di vê mijarê de bi rengekî eşkere radigihînin."
Wezîrê Dewletê yê Elman Mîchael Roth bal kişand ser rapora CPT'ê ya 5'ê Tebaxa 2020'an a li ser tecrîda li Îmraliyê û xwest, ku şertên di raporê de tên xwestin bi cih bên anîn. Wezîrê Elman di vê mijarê de jî bi van gotinan bang li rejîma Enqereyê kir: "Mîna ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewrûpayê ragihand, ji bo dawî li her cûre kiryarên li dijî mirovahiyê û êşkenceyê bê anîn, ji bo malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin, hikumeta federal bang li hikumeta Tirk dike."

ANF/BERLÎN