- PYD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ger tiştek bê serê nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê yên ku li Başûr bi awayekî fermî xebat dimeşandin, hikûmeta Başûrê Kurdistanê berpirsyar e.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) der barê nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê de ku li Başûr ji aliyê PDK`ê ve hatin revandin, daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê PYD`ê Enwer Mislim û bi beşdariya Berdevka PYD`ê Sema Begdaş û Hevseroka Nivîsgeha PYD`ê Rohat Mele Xelîl ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di demekê de ku ji me hemûyan pêkanîna yekitî û hevgirtin, giyana berpirsyariya exlaqî û dûrketina ji nakokiyan û xebata li dijî hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirinê, tê xwestin, desthilatên Hewlêrê di 10`ê Hezîranê de endam û nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên li Başûrê Kurdistanê, Cîhad Hesen, Mistefa Osman Xelîl û Mistefa Ezîz Mistê dema diçûn balafirgeha Hewlêrê da ku mêvanên xwe yên rojavayî pêşwazî bikin, girtin. Ji wê demê ve em desthilatên Başûrê Kurdistanê muxateb digirin û ji wan dixwazin ku çaranûsa hevalên me û sedemên girtina wan ku ji pîvanên dîplomasiyê dûr in, diyar bikin. Lê ev bangewaziyên me heta niha bê bersiv in.
Em weke Meclisa Giştî ya PYD`ê ji her zirar û xetereyeke ku were serê hevalên me û ewlehiya wan desthilata Başûrê Kurdistanê, berpirsyar dibînin û daxwaza me a zelalkirina çarenûsa nûnerên partiya me li Başûrê Kurdistanê, berdewame.
Aqûbeta wan nediyar e
Em li hemberî raya giştî bang li desthilatên Başûrê Kurdistanê dikin ku yekser aqûbeta hevalên me eşkere bike û wan serbest berde. Em bi baldarî rewşa wan dişopînin bi taybet digel ku agahî hene ku ew radestî hinek aliyên ku dijminatiya Kurdan dikin, hatine kirin. Em vê pêngava girtinê û aqûbeta nediyar a hevalên xwe wek hedefgirtineke rasterast a li dijî partî, destkeftî û hewldanên me yên ji bo pêkanîna yekitiyê dibînin.
Ji nirxandina hûrgilî ya kirinên desthilatên Hewlêrê diyar dibe ku ew pêkanîna hewldanên dewleta Tirk û pergalên dagirker ên li dijî doza me û armancên wê hêsan dike."
ANHA/QAMIŞLO