Hikumet alîkarê dagirkeriyê ye

Çarşem 11 Îlon 2024 - 01:20

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, bi taybet jî li ser xelkê sivîl hemû pîvan û exlaqê mirovahiyê jî derbas kiriye. Dewleta Tirk sivîlan qetil dike, çekên kîmyawî bikartîne, jîngehê talan dike û roj bi roj Başûr dagir dike. Lê tevî dagirkerî û komkujiyên berçav, di serî de Iraq û Herêm, cîhan çavê xwe girtiye. Derbarê mijarê de nivîskarên Başûrê Kurdistanê axivîn.

Nivîskar Elî Mehmud da zanîn di nava 32 salên desthilatdariya Kurdî de, tê dîtin ku deriyên Herêma Kurdistan ji bo dijminan hatiye vekirin û ji bilî vê jî Kurd bi xwe alîkariyê didin êrişan.

Elî di dewamê de destnîşankir ku di rastiyê de dewleta Tirk ne ji bo PKK’ê hatiye Başûr, ji bo dagirkirina Herêma Kurdistan û tinekirina desthilata Başûrê Kurdistanê. Wek sedem jî got:“Ji ber ku em hemû dizanin Tirkiye li parçeyên din yên Kurdistanê jî çi dike, yanî armanca dewleta Tirk dagirkirine. Lê beşek ji rêveberên Kurd hevkariyê dikin, naxwazin vê rastiyê bizanin ku armanca dewleta Tirk tinekirina Kurdane. Ew rêveberên Kurd ji ber berjewendiyên kesî, hizbî û malbatî piştgiriya dagirkeriyê dikin, niha Dihok û Zaxo ji bin desthilatdariya wan de jî derketiye.”

Nivîskar Hawrê Abdula ku jî da zanîn ku ger Hikumeta Herêma Kurdistanê alîkariyê nede, êriş jî pêk nayên û got:“Ger li vir alîkariyek neyê dayîn dijmin nikare bikeve nav xaka me. Divê em hemû dijî van êrişan rawestin, ji ber ku ev erkek neteweyî ye. Berpirsên Tirk ti carî nebûne dostê Kurdan, ev dagirkeriya niha jî xwedî planek dem dirêje û wê dema pêş de encamên wê derkevin holê.”

Mivîskar Rêkar Ehmed jî got:“Desthilat nikare rê li êrişan bigire, lê ew ê poşman bibin, divê niha rê li dagirkeriyê were girtin. Ji ber ku niha piraniya xaka Kurdistanê hatiye dagirkirin, ger rê lê neyê girtin, wê ev dagirkerî berfirehtir bibe. Êdî serdema dagirkeriyê nemaye, divê her kes hişyar bibe. Ji ber ku armanca sereke ya dewleta Tirk, vegera ji bo Musil, Kerkûk û zindîkirina serdema desthilata Osmaniyan e.”

ROJNEWS/KOYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.