Hilbijartin heye loma 'dadger ne amade ne'

Pêncşem 7 Cotmeh 2021 - 01:07

Rûniştina doza 5 kesên ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin, bi hinceta 'dadger ne amade ne' hate taloqkirin. 

Li Dadgeha Duyemîn a Ceza ya Hewlêrê girtiyên Behînanê yên bi navê Amir Xalid Egîd, Firset Ehmed Seîd, Cemal Xelîl Mecîd, Silêman Musa Ehmed û Silêman Kemal Silêman divê doh bihatana dadgehkirin. Lê dadgehê bi behaneya ku du dadger ne amade ne, rûniştina dadgehê taloqî 21'ê Cotmehê kir.

Parêzerên girtiyan van behaneyên dadgehê bê bingeh bi nav dikin ku her carek dadgehkirina girtiyan pê tên taloq kirin. Parêzer diyar dikin ku desthilat dixwaze ceza li girtiyan bibire, lê ji bo bandora xwe li ser hilbijartinê neke, behaneyan derdixin û dadgehkirina wan taloq dikin.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.