Hîcaba bi zorê red dikin

Pêncşem 23 Sibat 2023 - 00:19

Tevî zext, gef û êrişên hêzên rejima Îranê,  Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîgirêdana bi zorê red dikin. Ev jî wek sembolek ya berdewamiya serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ tê pênasekirin.

Di 13’ê Îlona 2022’yan de li Tehranê jina ciwan a Kurd Jîna Emînî bi behaneya ku serê xwe li gor pîvanên desthilatdariyê negirtiye, ji aliyê polîsên ‘exlaq’ ve hatibû êşkencekirin û di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dabû. Ji wê rojê ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ destpêkir û ev 160 rojin serhildana gel bi çalakiyên cûda berdewam dike. 

Hîn ji destpêka serhildanê ve jinan li kolan û cihên giştî bi rakirina hicabê nerazîbûna xwe ya li dijî bi zorê lixwekirina hicabê nîşan dan.

 

Rejîmê gef li xelkê xwar

Piştre rejima Îranê gef li xwediyên cihên kar û ajovanê taksiyan û dikandaran kirin da ku jinên serê xwe negirtine qebûl nekin. Divê çarçoveyê de hejmarek restorant, nexweşxaneyên taybet û dermanxane li hin bajarên Îranê  bi behaneya ku danûstandin li gel jinên serê xwe negirtine de kirine hatin girtin.

Lê tevî hemû zext û gefên rejimê, niha jî li gelek bajaran jin li ser kolan û cihên giştî wek helwestek li dijî rejimê serê xwe nagirin. 

 

Li Sine xelk li ser piyan e

Li aliyê din di çarçoveya çalakiyên serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ de duh bi şev li çend taxên bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dirûşmeyên li dijî rejimê li ser dîwaran hatin nivîsandin. Her wiha li hin bajarên Îranê jî gel li ser ban û şaneşînên xwe dirûşmên lidijî desthilatê berz kirin.

 

Piştî 5 mehan jiyana xwe jidest da

Li bajarê Zahidan hat gotin ku jinek bi temen a bi navê Zerbîbî Îsmaîlzahî ku di 30’yê Îlona 2022’an de di dema xwepêşandanê de ji aliyê hêzên rejimê ve hatibû birîndarkirin, piştî pênc mehan ji ber birîna xwe ya xedar, jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.