Hezkiriya xwezayê: Hûriye Mihemed

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 2 Gulan 2024 - 00:48

NÛJIYAN ADAR / ANF / ŞEHBA

Hûriye Mihemed karê xwe yê şitilkariyê ku 25 salan li Efrînê kir, piştî dagirkeriya li Efrînê derbasî Şehbayê kir. Hem Şehba şîn kir, hem jî îsal 120 hezar şitil firot û debara xwe pê kir. Hûriye Mihemed ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku piştî ji Efrînê koç kirin, li Şehbayê ji aliyê madî ve zehmetî kişand û got, "Malbata me mezin bû, diviyabû me pêwîstiyên xwe tedarik bikira. Em hatin Ehdasê û ketin xaniyekî xerabûyî. Bi şitilan me mala xerabûyî veguherand qadeke jiyanê. Ji nava malbatê em 9 kes li hev kom bûn û me dest bi kar kir. Bêguman fikarên me hebûn ku proje wê pêk were yan na. Bi tecrûbeya ji Efrînê wergirtî hewldana me ya destpêkê encam bi xwe re anî. Lewma me hîn zêdetir dest bi hilberînê kir. Ji ber ambargoyê ku rê nayê dayin mazot derbasî herêmê bê kirin, me jî bi sîstema enerjiya rojê dest bi avdanê kir. Enerjiya rojê zerarê nade xwezayê. Sîstemeke kêrhatî ye. Derdekî me yê peydakirina sotemeniyê nema. Bi karê avdanî, paqijkirin û poşetkirinê me hewl da barê xwe sivik bikin. Îsal me nêzî 120 hezar şitil firotin. Xelkê Efrînê hez ji şênkahiyê dike. Hewl didin her bihosteke vê xakê veguherînin qada jiyanê ya ji darên zeytûnê û fêkî."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.