Hêzên Şamê ketin nava Siwêdayê
Sêşem 15 Tîrmeh 2025 - 16:20
- Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Şamê ragihand ku hêzên hikumetê ketine nava bajarê Siwêdayê. Li Siweydayê pevçûn didomin.
Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Veguhêz a Şamê ragihand ku hêzên wan ketine bajarê Siwêdayê û rewşa awarte hatiye îlankirin. Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku hêzên hikumetê dest bi ketina nava bajarê Siwêdayê kirine ku di bin kontrola şervanên durzî de ye.
Li bajêr qedexeya derketina derve hat ragihandin. Wezareta Parastinê ji şêniyên Siwêdayê xwest ku "li malên xwe bimînin û liv û tevgera hemû komên neqanûnî ragihînin."
Beriya niha bi demeke kurt lîderên rûhanî yên Durzî belavokek weşandin û diyar kirin ku wan ketina hêzên hikumetê ya li nava bajêr pejirandine û bang li komên Durzî kirin ku çekên xwe radest bikin.
Şer destpêkê di navbera şervanên Durzî yên li herêmê û qebûleyên Bedewî de rû da ku Şam piştgiriya wan dike.
Piştî hêzên Hikûmeta Veguhêz a Suriyeyê ketin bajarê Siweydayê, hat ragihandin ku li nava bajar di navbera şervanên herêmî û van hêzan de şer didome.
Li Siweydayê pevçûn didomin
Li herêma Siweyda ya li bajûrê Suriyeyê piştî şer û pevçînên ku ev çend rojin didomin û zêdetirî 250 kesan jiyana xwe ji dest da, hêzên hikûmeta veguhêz ketibûn bajar. Hat gotin ku li hinek taxên bajar pevçûn didomin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihana ajansa ANHA'yê ji herêmê ragihandine li çend taxan şer heye.
Li aliyê di hinek hesabên dijîtal de dîmenên ku tê gotin ji Siweydayê hatine kişandin hatine belavkirin. Di dîmenan te tê dîtin ku heqaret li gel tê kirin û hinek cih jî hatine şewitandin. ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN