Xwepêşanderên li taxa Dere Dirêj a Kirmaşanê li dijî çekdarên rejîmê li ber xwe da û herî kêm 40 çekdarên rejîmê bi giranî birîndar kir û 3 jî kuştin. Li Mehabadê jî çekdarekî rejîmê hate kuştin. 

 

Hêzên rejîmê kirin der

 

Bi greva giştî ya li bajarên Rojhilatê Kurdistanê re pêr bi şev li seranserê Rojhilatê Kurdistanê ji Îlamê heta bi Urmiyê, li gelek navçe û bajaran çalakiyên li dijî rejîma Îranê dewam kirin. Xelkê doza azadiyê bi dengekî bilind îfade kir û destûr neda ku hêzên rejîmê yên çekdarî xwepêşandanên wan bitepisînin. Di çalakiyan de li Kirmaşan û Mehabadê 4 çekdarên rejîma Îranê hatin kuştin. Di dîmenên doh ji navenda Îlamê belavbûyî de xuya dike ku xelk, endamên hêzên çekdar ên rejîmê bi kevir û beran dikin der. Bi heman rengî li dîmenên destwerdana hêzeke mezin a çekdarên rejîmê ya pêr bi şev li Sine jî nîşan dide ku xelk van hêzên alîgirên rejîmê ji tax û deverên xwe dike der. Di êrişên rejîmê de herî kêm 4 welatî şehîd bûn, gelek birîndar bûn. Li gorî daneyên Hengawê 113 welatî jî di van êrişan de birîndar bûne. Li gorî çavkaniyên Hengawê, Li Kirmanşanê welatiyan, 40 endamên hêzên çekdar ên rejîmê birîndar kirine û ev kes birine nexweşxaneya leşkerî ya li Kirmaşanê.    

Li Îranê greva giştî ya li welêt dewam dike û herî zêde jî li Rojhilatê Kurdistanê ev grev bi tesîr e. Karkerên sektora petrolê jî destek dan greva giştî û li hin deveran wan destek da çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê.

Li Tehranê jî li hin taxan nexasim jî ciwanan, nerazîbûna xwe li dijî rejîmê bi çalakiyên girseyî nîşan da. Slogana "Merg ber Xameney (Mirin ji Xamaney re)" jî li gelek deveran deng veda. Ji bo ku agahî kêm beêav bibin sansura li ser xetên înternetê jî li seranserê Îranê, nexasim jî li Rojhilatê Kurdistanê dewam dike.

 

Rojhilat pêşengê grevê ye jî    

Greva giştî ya li Îranê nexasim jî li Rojhilatê Kurdistanê bi xurtî dewam dike. Rêxistina mafê mirovan a ji bo Rojhilatê Kurdistanê, Hengaw jî raporeke nû amade kir li ser çalakiyên pêr bi şev û doh sibehê.

Li gorî vê raporê herî kêm li deh navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên li dijî rejîma Îranê dewam kirine. Ev xwepêşandan û çalakî û destwerdana hêzên rejîmê jî li gorî rojên bihurî dijwartir bûye. Li gorî agahiyên li ber destê Hengawê di çalakiyan û berxwedana gel de herî kêm 4 endamên çekdar ên hêzên rejîmê di berxwedana xelkê de hatine kuştin, û tenê li Kirmaşanê 40 jî hatine birîndarkirin. Di encama gulebarana çekdarên rejîmê de jî 4 welatî şehîd bûne.
 

Du şehîd li Kirmaşanê

Li gorî agahiyên li ber destê Hengawê, şeva çarşem qulibî pêncşemê, du ciwanên Kurd li taxa Kirmaşanê Dere Dirêjê bi gulebarana hêzên rejîmê şehîd bûne. Yek ji van şehîdan Sîna Naderî yê 22 salî ye û yê din jî Armîn Seyadî yê 18 salî ye.
Li heman taxê xelkê taxê xwe li dijî êrişa hêzên rejîmê xwe parast û 40 çekdarên rejîmê bi giranî birîndar kirin. Ev kes li nexweşxaneya leşkerî ya Abûfezl a bajêr tên derman kirin. Li bajêr di çalakiyan de bi giştî 3 çekdarên rejîmê hatin kuştin.

Du şehîd jî li Bukan û Sine

Welatiyekî din jî di êrişa hêzên rejîmê de li Sine şehîd bû. Pêr bi şev saet 22´yan hêzên rejîmê êriş bire ser taxa Neyser a Sine û welatiyê bi navê Ezîz Muradî bi giranî birîndar kir. Ezîz Muradî li nexweşxaneyê paşê şehîd bû.

Hêzên rejîmê êrişî welatiyên li navçeya ser bi Urmiyê, Bukanê jî kir. Di vê êrişê de Kemal Feqîh şehîd bû. Cenazeyê Kemal Feqîh doh nîvrojê di bin zexteke dijwar a hêzên rejîmê de hat veşartin. Wekî din li bajarê Mehabadê jî xelkê gava ku xwe li dijî rejîmê parast çekdarekî rejîmê kuşt.

Dîmenên ji Îlamê jî nîşan didin ku xelk xwe li dijî çekdarên rejîmê diparêze. Dîmenekî ji Sine jî nîşan dide ku komeke mezin a ji çekdarên rejîmê ji ber xwepêşanderan direvin.

Li gorî Hengawê herî kêm li deh navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakî bûne û di nava wan de Îlam, Kirmaşan, Sine, Dîwandere, Seqiz, Merîwan, Bane, Mehabad, Bukan, û Urmiye hene.
Hengawê da zanîn ku di dema van çalakiyan de 113 welatî birîndar bûne û ji van 43 li Kirmaşanê û 17 jî li Bukanê birîndar bûne. 

Hêzên rejîmê doh jî êrişên xwe li dijî Kirmaşanê dewam kirin û bi guleyan êriş birin ser xwepêşanderan.

NAVENDA NÛÇEYAN