Hêzên rejîma Îranê careke din êrişî kolberan kir, kolberek qetil kir.

Êrişên hêzên rejîma Îranê yên li dijî kolberan, dewam dikin. Li gorî nûçeya Kolbernewsê, di 1’ê Cotmehê de li herêma Tete ya ser bi Hewremanê ya nêzî gundê Darkî, hêzên rejîma Îranê, êrişî komeke kolber kirine.

Li gorî heman çavkaniyê, di encama êrişê de kolberek hatiye kuştin û çend kolberên din jî birîndar bûne.

Heman çavkaniyê ragihand ku di heman rojê de li herêma Nudşe ya ser bi Pawe ya ser bi Kirmaşanê jî di êrişa hêzên Îranê de kolberek birîndar bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN