Hêzên Îranê ciwanekî Kurd qetil kir

În 24 Adar 2023 - 00:51

Êvara 22'ê Adarê Behzad Ezîzî yê 19 salî yê ji gundê Derga Şêxan ê bajarê Bane, ji aliyê hêzên dewletê Îranê ve li bendeke kontrolê hate rawestandin û êşkence lê hate kirin.

Behzad Ezîzî dema ku li ber êşkenceyê rabû, hate înfazkirin. Xelkê Bane berê xwe da cihê bûyerê û agir berda benda kontrolê. 

Cenazeyê Behzad Ezîzî rakirin Nexweşxaneay Selahaddîn a li Baneyê. Malbata ciwanê hate qetilkirin û xizmên wan li ber nexweşxaneyê kom bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.