Hêze siyasiye piçûkekan le Kurdistan

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 24 Tîrmeh 2021 - 03:03

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (87)


Mêhdî Xanbaba Têhranî û dozî Kurdistan
Beşêk le giftugoy Hemîd Şewket legel Mêhdî Xanbaba Têhranî
Awrêk le bizûtnewewî çep le Iran le nawewe, giftugo legel Mêhdî Xanbaba Têhranî, çapî yekem beharî 1989

Şewket: Pêwendî Kurdekan legel dewletî 'Iraq çon debînî?
Xanbaba Têhranî: Kurdekan lew bareyewe taqîkirdneweyekî xirapyan nebuwe. Ew zemanî ke 'Iraq pelamarî Iranî da û heta Ehwaz hatbuwe pêşê, helkewtêkî zor baş bû bo Kurdekan ta wekû be piştîwanî 'Iraq xudmuxtarî rabgeyênin. Kurdekan eweyan nekird û ewe gewretirîn kirdewe bû ke nîşanî da efsaney ciyawîxwazî le layen ewanewe rast nîye û ewan xoyan le hemû Iranîyek, be Iranîtir dezanin û rêz le yekparçeyî xakî Iran degrin. Ew 'derfete mêjûyî' ye bo ciyawazîxwazî yan rageyandinî xudmuxtarî, le derfetêk ke le dway Şerî Duwemî Cîhanî da hatbuwe pêşê gewretir bû, çunke Xumeynî legel Rojawa û Rojhelat milî lêk desû û le akamî duruşmî la şerqîye, la xerbîye û şêt wşûrî nawneteweyiye le şanoy cîhanî da zor lawaz bibû. Helperest nebûnî Kurdekan lew helumercî da nîşaney wefadarî û sedaqetyan bû le peywest bûnyan be serzewî Iranewe. Ewan agayan le çarenûsî Mela Mistefa Barzanî bû ke zemanêk le îtîlaf da bû legel 'Iraq û dway maweyek legel hukûmetî şa saza û dwacar le aştibûnewey rêjîmî 'êrraq û şa da buwe qurbanî mamle û aluwêr. Kurdekan deyanzanî eger 'Iraq îznî hatuçû û kelikwergirtin le sunûrekanî ew wulate be wan dedea yan be çend çeleng ron yarmetî deka, ewe nîşaney dostayetî nîye legel gelî Kurd. Ewe her heman hukûmete ke zewî sûtawî bo bira Kurde 'Iraqîyekanyan be diyarî hênawe û Kurdekan be raşikawî ew kirdewe faşîstîyaneyan mehkûm kird.

Şewket: Helsukewtî rêkixrawe çepekan legel bizûtnewey Kurdistan çon denirxênî. Wa weberçaw dê ke rageyandinî hawpêwendî rewte çepekan legel ew bizûtneweye, car car le ruwangey berjewendî grûpîyewe dekrê û hîsabatî grûpî têyda dewr degêrrê, ta ewey rageyandinî hawpêwendîyekî waq'î bê legel bizûtneweyekî jêr sitem û serkutkraw.

Xanbaba Têhranî: Leber ewey ke rêkixrawe siyasîye Iranîyekan zorbeyan le sîstimêkî îdêolojî daxraw da cûlawnetewe, xalî tewereşyan hemîşe wedest hênanî hêjêmonî buwe le xebat da. Maşela û bê çawênî bê her kamêkîşyan xoy be nwênerî çînî kirêkar dezanê û le akam da le rûberû bûn legel bizûtneweyekî herêmî, wek bizûtnewey Kurdistan, tenê le fikrî dekarkirdnî hêjêmonî dan. Belam katêk pêy dezanin ke dekarkirdnî hêjêmonî be ser ew bizûtneweye da helnasûrê û karî kiran nîye. Lepir Markisîsmekeyan gul deka. Ew car dest deken be biyanû hênanewey têorî ke bizûtnewey Kurdistan wîlayetperiste û yan pirênsîpî xudmuxtarî le cêda burjiwayî ye u Hîzbî Dêmokrat xawen siyasetêkî rêformîstî ye. Hoyekey eweş eweye ke Hîzbî Dêmokrat eger be pêwîst bizanê legel dujminîş muzakere deka û muzakereş be corêk le xebatî siyasî dadenê. Serincrakêş eweye gelêk ke le nîştmanî tifeng da gewre bûwe û weçe le dway weçe xûy girtûwe be çek û neberdî çekdarane, le layen kesanêkewe tawanbar bikrên be xebatkar nebûn ke bo xoyan be çek, bo maweyekî Kurd wek cixcixe kaye deken. Ew rêkxirawane leber kurtebala bûnyan hemîşe hewlyan dawe le ser serbanî malî dirawsê bin ta cîlweyekyan hebê. Her boye le Kurdistan wek Quartier Latin [gerekêke le Parîs ke rûnakbîran deçne kafe û qawexanekanî. H.Q. ] kelik werdegrin û emin ew wez'îyetem dî duway ew seferaney ke duway şoriş kirdim bo Kurdistan. Wez'î ew grûpane we hal û rojî ew kesane deçê ke katêk dûkanekeyan le xiyabanî çirax Berq çi birewî nebû, wurde walekanyan heldegrin û wek destfiroşî piçûk besatyan le Kurdistan be erzî dadeden û her kamêkîşyan tabloy taybetî lemer xoyan hebû. Hêzekanî mezin û gurdanekanî prolêtaryay Iran ke gewretirîn grûpyan jimareyan nagate sed kes be kelikwergirtin le î'tbarî bizûtnewey Kurdistan hemûyan wekû bûtîk lewênderê amade bûn. Kurdanîş ke xelkêkî zor mîwandostin, pêşyan negirtbûn û yarmetîyan dedan. Qasimlû lew bareyewe nimûneyekî serincrakêşî bas dekird.

Yekêk le endamanî  liqî çirîke Fîdayyekan le Kurdistan ke kiçêkî cewan buwe û xuşkezay Qasimlû e, deçête lay Hîzbî Dêmokrat ta beyannamekeyan be kelik wergirtin le îmkanatî Hîzbî Dêmokrat çap bika, leber ewey xoyan amraz u keresey çapyan nebuwe. Qasimlû rû dekate xuşkezayekey û pêy delê: “êwe bo delên Hîzbî Dêmokrat, dêmokrat nîye, ey lewe dêmokrattir dekrê helsukewt bikrê? Êwe le beyannameketan da hêriştan kirduwete ser ême û cinêwtan pê dawîn û ew be bûdce û îmkanatî ême çap deken. Le nawçey jêr kontirol û nufûzî ême dejîn. Ême malman dawe be êwe ta wek pêge kelkî lê werbigrin û hêdyayetî êweman dabîn kirduwe. Başe lewe dêmokrattir debê?”

Mebestî min eweye ke ew grûpane le Kurdistan ziyatir liqî ê'tibaryan kirdbûwewe û wek Quartier Latin le Parîs besatyan pan kirdbuwewe û detgut wirdewaley xoyan be tûrîstekan defroşin. Kurdistan boyan wesîle bû, ewîş bew wez'îyetewe ke wênam kird. Ba wekû eweş Hîzbî Dêmokrat her lew hengawe piçûkeş ke rêkxirawe siyasîyekan helyan hênabuwewe sipas wêj bûn û pêşwazî dekird le bûnyan le Kurdistan. Kurdekan lew bawere da bûn ke bûnî ew grûpane yarmetî deka ta Kurdistan û xelkekey baştir binasin û ew hatûçûyane karîgerî debê le ser bestrawnewe û pêwendî hêze siyasîyekanî Iran.



Dirêjey heye...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.