• Bi hezaran kesî şehîdên Til Rifetê yanî dayikek û 2 zarok bi merasîmekê veşartin.

Dewleta Tirk a dagirker şemiya bihurî êriş bire ser Til Rifetê û 3 welatî şehîd kirin û 9´ên din jî birîndar kirin. Şehîd doh li Til Rifetê bi beşdariya hezaran kesî hatin veşartin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî komkujiya li Til Rifetê şermezar kir. Wê bang li hêzên li Sûriyê çalak kir da ku ji bo bidawîkirina binpêkirinên dewleta Tirk hewl bidin.

Artêşa Tirk a dagirker li Til Rifetê komkujiyeke din kir. Di êrişa li dijî Til Rifetê de Nazliye Mihemed Mistefa û her du zarokên bi navên Macid Yasir Sekran ê 5 salî û Ebdulmihsên Sekran ê 12 salî şehîd bûn.

Nazliye Mihemed Mistefa ji koçberên Efrînê ye û tevî malbata xwe piştî dagirkirina Efrînê penaberî kantona Şehbayê bûye.

Kesên ji komkujiyê birîndar filitîn kî Mihemed Nûrî Yûsif ê 35 salî, Mihemed Sekran, Ehmed Ebdulhesen Sekran ê 33 salî, Elya Heyder Hebeş a 19 salî, Xalid Mihemed El-Elî yê 46 salî, Sadiq Mihemed Ebdo yê 15 salî, Xalid Dodix ê 33 salî, Seededîn El-As ê 30 salî û Mezlûm Îbrahîm Dado yê 31 salî ne.

Şehîd doh li Şehbayê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. Alên kesk, sor û zer li cenazeyê Nazliye Mihemed Mistefa hat pêçan.

Em ê xwe biparêzin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser komkujiyê daxuyaniyek da. Rêveberiyê got, "Em Rêveberiya Xweser van êrişên dewleta Tirk û rêbaza qirkirinê li dijî sivîlan, şermezar dikin. Em her wiha piştrast dikin ku divê hêzên çalak ên li Sûriyê, hem Rûsya û hem Emerîka, bila helwêsteke eşkere têkildarî van êrişan nîşan bidin û sûcên dewleta Tirk bi dawî bikin.

Em diyar dikin ku gelê me wê parastina xwe bike û mafên xwe yên rewa di parastina destketî û herêmê de bi rêbazan hemûyan pêk bîne.
Serê malbatên şehîdan sax be û şifaya lezgîn ji birîndaran re be."

ŞEHBA