Hêza me heye dostên me hene

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 23 Cotmeh 2023 - 16:02

Dewleta Tirk a dagirker ku 8'ê Cotmehê, li Dêrikê êrişî Akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir kiribû û di encamê de 29 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd ketibûn. Ji bo bibîranîna şehîdan, li nûnertiya Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li paytexta Belcîkayê Brukselê bi merasîmek hat lidarxistin. Li bajarekî din ê Belçîkayê Liegê jî şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn.

Bibîranîn seet 14:00'an bi rêzgirtina ji bo pakrewanan dest pê kir. Li ser navê saziya malbata şehîdan Dayê Sultan axivî û got, "Soza xwedîderketina li doza şehîdan, erka li ser milê her kurdê bi rûmet e."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê, Zubeyîr Aydar jî got, "Li Cizîrê, Şirnex, Serêkaniyê, Efrîn û li dehan cihan li ber çavê cîhanê, Kurd zindî şewitandin, malwêran kirin! Lazim e, ev durûtiya Tirkiyê xweşik were dîtin û zanîn. Ji ber ku her çar hêlên Kurdan hatine dagirkirin û gelek dijmin hene, lazim e em di warê hêzê de xwe pirr xurt bikin, bêyî hêzê, ne hevalên me ne jî dostên me wê hebin. Çima dewlet ewqas çekên qedexe û bazirganiyeke herî mezin û qirêj bi çekan dikin, bes dema di dest Kurdan de Keleşkofek tenê jî hebe, dibêjin zirarê dide Kurdan!? Lazim e em xwe li gora şerê gel ê şoreşgerî amade bikin û hêza xwe ya parastinê xurt bikin." 

Zubeyir Aydar li ser pêngava "Azadî ji bo Abdullah Ocalan Çareseriya Siyasî ji bo Meseleya Kurd" a dostên Kurdan jî bi bîr xist û go, "Azadbûna Rêber Apo azadiya gelê me ye, azadiya me ye. lazim e  bi her awayî em piştgîriyê bidinê û beşdar bibin. Ji ber ku hêza me heye, em hene, wisa jî dostên me hene."

 

Bi bedêlên şehîdan

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, Evdilkerîn Omer jî got, "Di demên dawî de, ji bo ku hêvî û daxwaza gel a ji bo jiyanê bişikînîn û gel neçarî koçberiyê bikin, êrişî cihên pêdiviyên jiyanî yên rojane kirin. Stasyonên gazê, stasyonên avê, santralên elektrîkê û nexweşxane kirin armanc. Tirkiye bi serotiya Erdogan dixwaze careke din peymaneke Lozan a nûjenbûyî li dijî Kurdan pêk bîne. Vê carê jî dixwaze bi çekên NATO´yê, bi hevalbendên xwe yên ji berjewendiyên pereyan qirkirina li ser Kurdan bide meşandin. Bila Ewrûpa xwe nexapîne, heger ew îro bi ewle dijîn, bila ji bîr nekin ku ev yek bi saya van şehîdan pêk tê."
Di dawiya bibîranînê de ji malbata yekê ji şehîdan, Seîd Dêrik birayê şehîd Xwînrêj Dêrik, got, "Em şopdarê doza birayê xwe ne. Em weke malbat ku ev şehîdê me ya duyemîn e, em bi doza wan serbilind in. Şehîdê neteweya demokratîk û gelê Kurd e."

 

Xwedî li doza şehîdan derkevin

Bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan û malbatên şehîdan, ji bo şehîdên Cotmehê, li bajarê Belçîkayê Liegê bi destpêşxeriya Meclîsa Şehîd Ronahî li komeleya Navenda Civaka Demokratîk a Liegê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Heval Cahîda li ser navê Komavê axivî û bal bire ser kesayeta şehîdên Cotmehê.

Piştre heval Seyîdî behsa bûyerên li Kurdistanê kir û banga xwedîderketin li doza şehîdan kir û bang kir da ku tecrîda li îmralîyê bê şikandin.

BRUKSEL/LIEGE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.