- Li Elmanyayê înflasyon gihişt asta xwe ya herî bilind a 30 salên dawiyê.
VEYSÎ IŞIK / MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ / WUPPERTAL/HAMBURG
Li Elmanyayê înflasyon gihişt asta xwe ya herî bilind a 30 salên dawiyê. Par ji ber krîza korona û zehmetiyên di peydakirina hin tişt û xasma enerjiyê de, înflasyon zêde bûbû. Niha bi şerê li Ukraynayê re, tirs heye ku înflasyon zêdetir bibe.
Li gorî texmînên pêşî yên 1’ê Adarê, ji Sibata par heta sibata îsal înflasyon ji sedî 5.1 zêde bûye.
Beriya vê sala 1992´yan ji ber zêdebûna bûhayê xwarin û xurekan, Hezîrana wê salê înflasyon bûbû ji sedî 5.8. Ji hingê ve înflasyona herî bilind a îsal e.
Wê xirabtir bibe
Li gorî pisporê aboriyê Friedrich Heinemann, ji ber şer - peydakirina enerjî, dexl û madeyên xam wê zehmet bibe - înflasyona bilind dibe ku mayînde be. Înstîtuya Aboriyê ya Elman (IW) ji bo sala 2022’yan texmîn dike ku înflasyon bibe ji sedî 6.1.
Welatiyên li bajarên Elmanyayê Wuppertal û Hamburgê -çi dikandar û çi xelkê mayî - behsa wê yekê kirin ka înflasyon çawa tesîrê li wan dike. Aydin Çelik ê 40 salî ev 15 sal in, karê firotina cilûbergan dike. Niha li Wuppertalê dikana wî ya firotina cilûbergên mêran heye. Ew dibêje, “Li hin welatên em berheman dikirin înflasyon gihişte ji sedî 25´an. Ev mesrefên me zêde dike, lê em nikarin buhayên xwe li gorî wê zêde bikin. Mesref zêde dahata me kêm dibe.”
Nezahat Cizîrî jî ji mêj ve terzî ye li Wuppertalê. Ew jî dibêje, malzemeyên dikirin buha dibin û mecbûr ew buyahê karê xwe jî zêde dike. Ji ber wê jî, “Hin mişterî, cilûbergên wan di destê wan de ne. Tên dikanê, gava buhayê kar dibihîsin, bi cil û bergên xwe ji dikanê derdikevin.
Hîna mesrefên weke kirê û elektrîkê ji ber înflasyonê zêde nebûne. Ew jî zêde bibin, rewş wê xirabtir bibe.”
Ji cilikên pitikan heta bi şîrê wan
Gulnaz Tekîn a li Hamburgê, kebaniya malê ye. Ew jî ji buhabûnê gazinan dike: “Ji cilikên pitikan, heta bi şîrê wan û pêdiviyên sereke hemû du caran li berê buha bûn. Goştê par bi 6.99’an bû, îsal bi 12.99’an e. Zeytûn, penîr, pîvaz, kartol, hema tu bibêjî çi, bûye agir.”
Îmam Comert dikaneke gulçîçekan dixebitîne. Ew dibêje, “Par dewletê alîkariyeke qismî da dikandaran, vê hinekî em rehet kirin. Îsal dewletê alîkarî neda. Divê dewlet dest werde aboriya bazara serbest; yan na gelek dikandar wê neçar dikanên xwe bigirin.”