• Hiroki Takeda ji bo forma heywanan derxe holê, kulîlkên rengîn bi kar tîne û ji dêvla hestî û goşt û çerm ew bi van kulîlkan û nebatên cuda heywanan direngîne. 

Hunermend Hiroki Takeda bi eslê xwe Japon e. Ew bi rengên zindî yên weke helesor û sor resmên heywanan xêz û boyax dike û van heywanan bi kulîlkan dixemilîne. Ew ji xêzan bêtir ji boyaxê hez dike û bêyî xêzê ew bi çîçek û çîmenan anatomiya ajalan werdigerîne baxçeyê kulîlkan. Hiroki Takeda bi sêwirandineke balkêş vî karî dike. Berhemên wî dikin ku em bibêjin, me berê heywanên wiha qet nedîtibûn.

Di tabloyên Hiroki Takeda de kûçik, pisîk, ker, çûk û heywanên din hene. Hiroki Takeda ji bo forma heywanan derxe holê, kulîlkên rengîn bi kar tîne û ji dêvla hestî û goşt û çerm ew bi van kulîlkan û nebatên cuda heywanan direngîne. Encama karê wî tabloyên xweşik in, tabloyên bi kûlikan xemilandî ne.

Bifikirin di serê kûçikekî de kulîlk difitiqin, piyên pisîkan bi gulan û lavlavkan hatine rengandin. Hiroki Takeda gava van tabloyên xwe boyax dike, her tim pinpinîkekê jî li ser serê wan xêz dike û hema bêje, di hemû tabloyên wî de ev pinpinîk heye. Ev pinpinîk di tabloyên wî de tim digere û parçeyekî tabloyên wî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN