Heyva Sor dest bi seferberiyê kir

Çarşem 11 Kanûn 2024 - 03:10

ERKAN GULBAHÇE

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi sedhezaran mirov neçar man koçberî Til Rifet û Şehbayê bibin. Ev koçberên ku beriya 7 salan ji Efrînê hatin Şehbayê û di kampan de bicîh bûn, di encama êrişan de neçar man careke din koçber bibin. Di 2 hefteyên dawî de ji 150 hezar koçberî zêdetir, derbasî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

Rêveberiya Xweser di çarçoveya seferberiyê de, li gel Heyva Sor û xelkê Kurdistanê, ji bo koçber derbasî herêmên bi ewle bibin û pêdiviyên wan bên pêşiwazî kirin, xebatên xwe didomîne. Heyva Sor jî ji bo pêdiviyên bi sed hezaran kesên ji Til Rifet û Şehbayê hatine pêşiwazî bike, dest bi kampanyaya alîkariyê kir.Tevî ku rojên destpêkê yên kampanyayê ye jî, ji bo mirovên ku li Reqa û Tebqayê bicîh bûne, dest bi şandina alîkariyê kir. Alîkarî bi rêya ofîsa Heyva Sor a Kurd a li Rojava, ji bo pêdiviyên lezgîn û bingehîn ên koçberan tê bikaranîn.

Berpirsê ragihandinê ya Heyva Sor a Kurd Ahmed Îbrahîm derbarê rewşa koçberan, xebatên tên kirin û kampanyaya hatî destpêkirin axivî.

NY û Kizilhaçê pişta xwe dan koçberan

Ehmed Îbrahîm ragihand ku xebatên heta niha kirine, bi armanca pêşiwazîkirina pêdiviyên bingehîn û parastina koçberan a ji sermayê bû. Îbahîm destnîşan kir ku cihên weke dibistan û salonan ku koçber lê dimînin, ji aliyê tenduristiyê ve têrê nakin û got:’’Şertên li vir ji bo mirovan bi taybetî zarokan ne baş in. Dibin sedema nexweşbûna zarokan. Ji îro û pê ve bi pêşengiya rêveberiya xweser, ji bo derfetên mayînde û demdirêj ku koçber lê bimînin bên afirandin, xebat tên meşandin. Ehmed Îbrahîm derbarê alîkariya rêxistinên navneteweyî de jî wiha got:’’Mixabin rêxistinên weke NY, Kizilhaç û hwd ku we behs kir, heta niha piştgiriyeke cidî nedane. Pişta xwe dane koçberan. Ji sala 2011’an heta niha li herêmê gelek koçberî çêbûn. Ji wan deman heta niha em hewl didin, bi NY û Kizilhaçê re pêwendiyê deynin. Ew bi xwe dibêjin em encex dikarin bi hikûmetan re pêwendiyê deynin, nikarin bi rêxistinên weke we re pêwendiyê deynin. Saziyên serbixwe yên alîkariyê yên navneteweyî li vir dixebitin, lê derfetên wan jî kêm in. Pêdivî bi alîkariyên zêdetir hene. Divê tavilê NY û Kizilhaç bikevine dewrê. 

Divê tevlî seferberiyê bibin

Ehmed Îbrahîm derbarê pêdiviyên lezgîn de jî ev agahî dan:’’Bi taybetî pêdivî bi amûrên hîjyenîk ji bo parastina ji nexweşiyan, ji bo nexweşan derman, ji bo parastina ji sermayê, pêdivî bi çadiran heye. Em di mehên zivistanê de ne. Ji ber koçber bi lezgînî derketine, zêde tişt hilnegirtine. Pêdivî bi cilên zivistanê hene. Mixabin tiştên di dest me de têra koçberan nake. Em bi hemû hêza xwe hewl didin van pirsgirêkan çareser bikin. Di demeke kurt de rêveberiya xweser bawerî da hemû gelên li herêmê. Yên ku ji erdên xwe koçber dibin, yekser li deriyê Rêveberiya xweser didin. Ji ber vê yekê hêjmara koçberan ji texmîna me zêdetir bûye û barê me giran e. Ji ber vê yekê bendewariya me ji Kurd û dostên me yên li Ewrûpayê zêde ye. Divê xelkê me yê li derveyî welat tevlî seferberiya Rêveberiya xweser bibe. Herkes çi ji dest tê bike. Bi rêya Heyva Sor destekê bide. Ev beriya hertiştî berpirsiyariya hemû Kurdan e. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.