• Dewleta Tirk alîkariyên ku xelk dike asteng dike û alîkariya dilxwazan zehmet dike. Li hemberî vê Heyva Sor a Kurdistanê bi lez û bez xwe bi hewara mexdûrên erdhejê gihand. Heta niha 600 hezar euro alîkarî gihand mexdûran.

ERKAN GULBAHÇE

Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) ya ku navenda wê li bajarê Elmanyayê Troisdorfê ye, ji bo ku birînên erdheja mezin bipêçe, lezand hewarê. Erdhejên mezin ên 6´ê Sibatê ên navenda wan li Bazarcix û Dîlokê, tesîreke mezin li bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê Mereş, Semsûr, Dîlok, Riha, Amed, Efrînê jî kir. Bajarên Tirkiyeyê Edene, Osmaniya, Hatay jî ji ber erdhejê wêran bûn. Li Sûrî jî li bajarên weke Hums, heleb û Idlibê zirarke mezin çêbû.

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo birînan bipêçe bi lez û bez alîkarî gihand deverên mexdûr lê. HSK kampanyaya xwe ya alîkariyê dewam dike. HSK´ê hema piştî erdhejê di cih de pêşî 250 hezar euro alîkarî şand. Wê 350 hezar euro alîkariya ku heta doh hat kirin jî, bêyî ku rawestîne gihand cihê mexdûrên erdhejê lê. Yanî heta doh HSK´ê 600 hezar euro alîkarî gihand mexdûrên erdhejê. 

Ji rêveberên Heyva Sor a Kurdistanê Faruk Akalan da zanîn ku xelk xwedî li kampanyaya wan derketiye û wiha dewam kir: “Kurdistanî û dostên wan destekê didin kampanyaya me alîkariya bi mexdûrên erdhejê re, ew xwedî li kampanyayê derdikevin. Lê felaket gelekî mezin e û ev alîkarî têrê nake. Xelkê em yê li Ewrûpayê divê beramberî vê felaketa mezin, bi ruhê seferberiyê rabe ser xwe. Lazim e ew hinekî zorê bidin xwe û alîkariyê bêhtir bikin.” 

Bi sedan dilxwaz dixebitin

Li seranserê Ewrûpayê bi sedan dilxwaz tevî xebatkarên Heyva Sora a Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyê berhev dikin. Akalan ji bo vê jî got, “Heta niha pereyên di ser hesabê bankeyê û PayPalê hatine berhev kirin, gihiştine me. LÊi deveran, li cihê cih jî neqîd tê berhevkirin. Bi vê re wê alîkariya ji me re hatê zêdetir bibe û em ê wê jî di cih de bigihînin mexdûran.”

Ji rêveberên Heyva Sor a Kurdistanê Faruk Akalan wekî din da zanîn ku tevahiya riojê xelk ji bo karibe alîkariyê bike telefonî wan dike û wiha peyivî: “her kes dipirse ka çawa dikarin alîkariyê bikin. Bi pirranî jî dayik û pîrên me telefon dikin.” 

Dewleta Tirk asteng dike

Faruk Atalan dibêje, gelek kes dixwazin alîkariya cilûberg û xwarinê bikin: “gelek kes telefonî me dikin. Dixwazin alîkariya cil û berg û xwarinê bikin. Lê em tenê alîkariya pereyê neqîd qebûl dikin. Ev 30 sal in tecrûbeya me heye. Pereyê neqîd em digihînin devera felaketê û pêdiviyên sereke dikirin û digihînin mexdûran. Ev yek di rojekê du rojan de hal dibe. Lê mirov eşyayan berhev bike, ev herî kîm hefteyekê dikişîne. Lewma mirov wan li kamyon û TIR´an bar dike, destûran werdigire û dişîne. Bi ser de jî dewleta Tirk asteng dike ku ev eşya bigihîjin mexdûrên felaketan.”

Alîkarî gihîştin mexdûran

Ji rêveberên Heyva Sor a Kurdistanê Faruk Akalan da zanîn ku ew tevî dilxwazên li cihê erdhejê, alîkariyê digihînin mexdûran û wiha dewam kir: “Em alîkariyan bi awayê herî bi lez digihînin mexdûrên jidil; ji bo ev pêk we re gelek kesên dilxwaz bi dil û can dixebitin. Li tevahiya navçe û bajarên erdhejê bandor li wan kiriye, bi alîkariya Heyva Sor a Kurdistanê jî aşxaneyên seyar hatin avakirin. Ji bo xwarina lazim bê depokirin jî depo tên avakirin. Em nexasim dixwazin serê pêşî xwe bigihînin wan mexdûrên li gundan ên ku alîkarî ji wan re nûçene.”

Faruk Akalan bang li her kesî kir ji bo ku birînên erdhejê vekirine bi alîkarî û hevkariyê bên pêçan û her kes çalak destekê bide kampanyayên alîkariyê.

Wekî din doh vîdeoyên ji Bazarcix, Mereş û Semsûrê yên alîkariya aşxaneyên Heyva Sor a Kurdistanê jî belav bûn.