• Heyva Sor a Kurdistanê heta niha milyonek euro gihand mexdûran.

ERKAN GULBAHÇE

Piştî erdhejên 6´ê Sibatê yên ku navenda wan Bazarcixa Mereşê bû û şida wan 7.7 û 7.6 bû, tenê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li gorî hejmara fermî ya eşkerekirî 38 hezar û 44 kes mirine. Di vê felaketa mezin de bajar, navçe û gund hilweşiyan bûn kavil, bi milyonan mirov jî mexdûr bûn. Ji ber wê xelkê Bakurê Kurdistanê çû hewara deverên erdhejê li wan xistî. Li Ewrûpayê jî bi pêşengiya Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) hewar û alîkarî hat organîzekirin. Serokê HSK’ê Dr. Rojvan Bilgin da zanîn ku wan heta niha milyonek euro alîkarî şandiye ji bo mexdûrên erdhejê û li Kurdistanê xebatkarên dilxwaz ev alîkarî gihandine mexdûrên erdhejê. Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Rojvan Bilgin got, li Efrîn û Cindirêsê jî erdhejê kiriye ku bajar bibin kavil, lê ew nikarin yekser alîkariyê bigihînin mexdûrên li Efrîna dagirkirî. Wî da zanîn ku alîkariya ku bi destê saziyên cihê dixwazin bikin, li vir tê astengkirin. HSK´ê kariye alîkariyê bigihîne taxên Kurdan ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
Li ser asta ku kampanyaya wan a alîkariya bi mexdûrên erdhejê re, Dr. Rojvan Bilgin got, “Weke Heyva Sor a Kurdistanê em tevî saziyên Kurdistanî yên li Ewrûpayê kampanyayê bi rê ve dibin. Heta niha me milyonek euro gihand cihê cih. Li welat xebatkarên me yên dilxwaz ev alîkarî gihand miletê me. Lê felaket gelekî mezin e, lazim e ev alîkarî demdirêj bên kirin. Em ê alîkariya ku me ji gelê xwe berhev kiriye, hemûyî bi pêvajoya pêçana birînan de ji bo mexdûran xerc bikin. Mexdûr dikarin bi heman cilûbergan mehekê bijîn, lê bêxwarin û hewcedariyên sereke ew nikarin mehekê bijîn. Gava em alîkariyê dikin, li gorî acilbûna hewcedariyê, em van alîkariyan dikin.”

Ji Kamboçya û Filîpînan jî alîkarî kirine

Serokê HSK´ê Dr. Rojvan Bilgin da zanîn ku alîkarî bi pirranî ji Ewrûpayê tên kirin, lê ji derve jî gelek alîkarî hatine: “Gava em li alîkariyên di ser PayPalê re dinihêrin, em dibînin tevahiya welatên Ewrûpayê, Emerîkaya Latîn hene.  Lê ji deverên me ji wan hêvî nedikir jî alîkarî hatin. Weke nimûne ji Filîpînan û ji Kamboçyayê.

Dagirker nahêlin alîkarî biçin Efrînê

Dr. Rojvan Bilgin bi xemgînî got, “Mixabin Efrîn û Cindirês gelekî rûxiyane. Lê em weke sazî nikarin biçin wir. Dewleta Tirk û çeteyên wê destûrê nadin. Alîkariyên di ser saziyên din re jî qebûl nakin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî xwest karwanekî alîkariyê bişîne. Destûra wê jî nedan. Heyva Sor a Kurd alîkarî gihand taxên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Piştî erdhejê gelek kes ji Helebê koçberî Şehbayê bûn. Em bi wê re di warê alîkariyên li wan deran, koordîneyî kar dikin.” .

Şaredarî destekê didin

Dr. Bilgin da zanîn ku dewletên Ewrûpî fermî di ser dewleta Tirk û AFAD´ê re dixwazin alîkariyan bikin, lê gelek saziyên civaka sivîl û gelek şaredarî bi wan re kar dikin.

Dr. Rojvan Bilgin got ew amadekariyên kampanyayên weke malbatên dost dîsa bidin destpêkirin û ji bo siyaseta koçberkirina Kurdên Elewî jî dibêje, “Ji bo ku miletê me li deverên berê li wan diman jiyana xwe ji nû ve ava bike, em hewl didin. Em baş dizanin ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan û nexasim Elewiyan ji warên wan bike der û asîmîle bike. Armanca me ew e li dijî vê siyasetê em destekê bidin gelê xwe da ku li warê xwe jiyana xwe dewam bike. Hem ji bo yên li wir û hem jî ji bo kesên koçber bûne, vegerin, em ê xaniyên mayîn de çêkin. Lê ji bo vê divê saziyên Kurd ên li Ewrûpayê û yên li welêt hemû bi hev re kar bikin.”

Dr- Rojvan Bilgin wekî din da zanîn ku di weşanên zindî yên Stêrk TV û Medya Haberê de bi giştî 420 hezar euro hatine berhevkirin.