Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bal bire ser êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk û got, “Di medyayê de agahî û delîlên cîdî hene. Divê heyetên serbixwe rola xwe bi cih bînin.”

Bûldan li navenda partiya xwe ya li Enqerê bi hevserokên jin ên rêxistinên bajaran ên HDP’ê re civiya. Bûldan got, “Tifaqên global, împeryal û faşîst hewl didin têkoşîna jinan bişkînin û zilmê li gelan bikin û daxwazên azadî û wekheviyê ji holê rakin. Lê ez dixwazim bibêjim, ev hesabê wan pêk nayê. Jin nahêlin ev hesap pêk were. Li hemberî van pîlanan, têkoşîn û berxwedana jinan heye. Îro slogana ´Jin jiyan azadî´ ya têkoşîna jinên Kurd li her dera dinyayê bûye hêviya azadiyê ya jinên cîhanê. Me jinan got, jin. Ev yek li Rojava bû jiyan û niha jî li dinyayê dibe azadî.

 

Pênûsa Nagîhanê li erdê namîne

Ji ber encama heman tirs û ferasetê hevala me Nagîhan Akarsel jî hate qetilkirin. Ez careke din Nagîhan bi rêzdarî bi bîr tînim û tifaqên qirêj ên ku ew qetil kirine jî şermezar dikim. Divê feraseta ku Nagîhan qetil kiriye, vê yekê baş zanibe, çawa ku jinan têlek porê Jîna Amînî li erdê nehişt, wê pênûsa Nagîhanê jî li erdê nehêlin.

Îro sedema ku Tirkiye ketiye nav gelek krîzan ew e ku tecrîdeke giran heye û li girtîgehan ev tecrîd hatiye qedexekirin. Ji ber vê êşkenceya giran, Tirkiye hatiye ber asta hilweşandinê.

 

Çareserî muzakere ne!

Di operasyonên derveyî sînorên Tirkiyeyê de di rojên dawîn de gelek delîlên cîdî derketine holê ku êrişên kîmyewî hatine kirin. Ev rewşa xeter, xisarê dike li gelên herêmê û welat. Beriya ku hilweşandinên mezin pêk werin, divê ji vî tiştî vegerin. Divê heyetên serbixwe biçin lêkolînê bikin û heqîqet were eşkerekirin.

Çareserî ne di şer û siyaseta ewlehîparêz de ye, di diyalog û muzakereyan de ye. Ji ber vê me wekî heyetekê, doh ji bo hevdîtina bi rêzdar Abdullah Ocalan miracaetek kir. Em dixwazin li ser vê miracaeta me were sekinandin û heyeta me biçe Girava Îmraliyê bi rêzdar Abdullah Ocalan re hevdîtinekê bike.”

ENQERE