Heyetên HDP'ê li Dîlok û Mereşê bûn

În 17 Adar 2023 - 16:09

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çilroja erdhejên Mereşê yên di 6’ê Sibatê de çû navçeya Islehiye ya Dîlokê û navçeya Elbistan a Mereşê û serdana kon û goristanan kir.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç, Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz û Hevserokê HDP’a Dîlokê Ayten Kaya û Avnî Bînîcî tev li merasîma bîranînê ya li Islehiyeyê bûn. 

Me xwest êşa we parve bikin

Şandeya HDP’ê ji ewil çû serdana goristanan û li vir bi malbatên qurbaniyan re hate ba hev. Piştre jî çû serdana konan û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kir. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç li vir axivî û got: “Me xwest di çilrojê de êşa we parve bikin. Em baş dizanin ku êş çiqas bê parvekirin ewqas siviktir dibe. Xwedê rehma xwe li miriyan bike û serê malbatan û gelê me jî sax be.”

Yekane rê piştgirî ye

Li navenda erdhejê Elbistanê jî loqme hate belavkirin û qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn. Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Feleknas Uca û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen tevlî merasîma bîranînê bûn. Di merasîmê de ji ewil duaya loqmeyê hate kirin û çira hat vêxistin.
Feleknas Uca di merasîmê de axivî û got: “Ne çil roj lê 400 roj jî derbas bibin em ê vê birînê ji bîr nekin. Êş û armanca me tevan yek e. Em ê van birînan bi hev re derman bikin. Tu bendewariya me ji tu kesî nîne. Ji Heyva Sor a ku kon û xwînê difiroşe tu hêviya me nîne.”

Piştre jî Zeynel Ozen ê HDP’î axivî û got;“Di bin navê veguherîna bajar de veguherîna rantê kirin. Li cihê qadên kombûnê AVM çêkirin. Kujerê qurbaniyên erdhejê, ev zîhniyet e. Tekane rêya xelasiya ji vê karesatê, piştevanî û alîkarî ye.”

Piştî axaftinan, çira hatin vemirandin û loqme hate belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.