Heybeta wan dewisand!

Nûçeyên Çand/Huner

În 14 Cotmeh 2022 - 00:37

Peykerên ku axlebê wan ji mermer in, zû bi zû nayên tewandin. Lê peykersaz Adam Parker Smith, mermer weke hevîr bikaraniye û ji hêla hestan ve ji wê hişkbûna mermerî rizgar kiriye. Helbet peykerên wî jî dîsa hişk in û ji mermer in lê ew bi nihêrîneke cuda li peyker fikiriye.

Adam Parker Smith, bi koleksiyoneke balkêş ya peykeran ku navê wê kiriye “Crush” derdikeve hemberî kesên hez ji huner dikin. Peykerên xwe ji formên klasîk derxistine û bi formekî cuda ew sêwirandine. Yanî berê me gelek peyker dîtibûn, lê peykerên ku wî sêwirandine, yên dewisandî ne! Wî mermerên xwe eciqandiye. Çawa ku di qutiyekê de hiştibe û paşê qalibê van qutiyan derxistibe, peykerên wî wiha xuya dikin. 

Parker Smith, demeke dirêj li Romayê maye û lêkolînên xwe yên di vî warî de li wir bi rê ve birine. Dema ew li Romayê dimîne, gelek peykeran jî dibîne û li dîroka wan dikole. Wî nexasim ji peykêrê Bernini yê “David”, “Apollo Belvedere” û “Augustusê  Prima Portayî” hez kiriye û ev peykerên hanê, bi hev ve eciqandine û bi dirûvên nû ew derxistine pêşberî peykerhezan. Wisa kiriye ku em li van peykeran careke din û bi awayekî din bifikirin. 

Parker Smit ji bo karibe van peykeran bi vî awayî çêke, bi tîma dîjîtal a “Muzeya Uffizi” re xebitî û peykerên ku ji dema Helenîzmê û Barokê mane, bi riya bernameyên 3D ji nûve sêwirandin. Beriya ku ew bikevin vî halî, pirr bi heybettir xuya dikirin, lê Parker Smith, ev şaheser bi nihêrîneke cuda şirove kirin û êdî ew ji berê cudatir tên xuyanê. Yanî, wî bi heybeta van peykeran lîst û li gorî xwe ew peyker ji nû ve şirove kirin.

ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.