Heya serkeftinê ev al bilind bibe

Pêncşem 23 Adar 2023 - 00:37

Cenazeyên 9 şehîdên YAT’ê piştî merasîma bi heybet a li Stadyuma Serdemê ya Hesekê, ji bo definkirinê ber bi warên wan ve hatin birêkirin.

Merasîma cenazeyên 9 şervanên YAT’ê yên ku 15’ê Adarê li Başûrê Kurdistanê di qezaya helîkopterê de şehîd bûbûn, piştî axaftinan bi dawî bû.

Cenazeyên 9 cangoriyan bi beşdariya deh hezaran kesan, bi gotina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bi can bixwîn em bi te re ey şehîd” ji bo spartina axê ber bi warên wan ve hatin oxirkirin. Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mazlûm Ebdî û Fermandara Giştî ya YPJ´ê Newroz Ehmed jî di merasîmê de amade bûn. Mazlum Ebdî di merasîmê de wiha peyivî: “Em ê saziyên xwe yên leşkerî heya dawî biparêzin da ku heza me QSD û tevahî saziyên me bigihîjin astekê tu carî têk neçe. Wê QSD’ê tu carî têk neçe. Bi vê mûnasebeta bi êş di huzura şehîdên ciwanên gelê me de em bang li hemû ciwanan û pêkhateyên herêmê dikin ku tevlî hêza me YAT`ê bibin û em destkeftiyên şoreşa xwe li dijî dijminan biparêzin. Wê ala Şehîd Şervan û 8 hevalên wî tu carî nekeve û wê di destê hevalên wan de be. Wê ev al heya serkeftinê bilind bibe. Şehîd namirin.”

Cenazeyê Şervan Kobanê (Ebdo Ehmed Ebdî) wê li Kobanê, cenazeyên Feraşîn Baran (Nejbîr Mehmûd Hemdo), Dîdar Dêrik (Hemdiya Seydo Seydo), Hogir Dêrik (Elaa Ednan Hemûd), Dogan Efrîn (Hadî Hemdûş Zahir), Koçer Dêrik (Diwêş Ehmed Omer) û Harûn Rojava (Mecîd Silêman Mihemed) wê li Dêrikê, cenazeyê Rojeng Rifet (Berfîn Bîlal Rifet) wê li Şehbayê, cenazeyê Xebat Dirbêsiyê (Rênad Îzedîn Elî) jî wê li Dirbêsiyê bê definkirin. 

 

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.