Hewşa malê bû gora bi komî
Şemî 9 Tebax 2025 - 03:20
Durziyên li bajarê Suwêda yê Sûrîyeyê rojên dijwar derbas kirin dema ku di 13'ê Tîrmehê de ji alîyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve di bin ala rêveberiya demkî de, rastî êrîşê hatin. Di van rojan de, nêzî hezar û 517 kesan jiyana xwe ji dest dan, di nav de 300 darvekirinên bi komî û 560 kes hê jî winda ne.
Nûr Talîa di şeva êrîşên ser navenda bajarê Suwêdayê de hewl dida xwe bispêre ewlehiya ku jê re mabû. Hevjînê wê li derveyî bajêr bû û topên hawanê dijwartir dibûn. Birayê wê Cemîl gazî wê kir û got:"Were gel me, mayîna bi hev re wê tirsê kêm bike." Nûr çû mala malbatê, li wir bi dayîk, xwîşk û hevjînên birayên xwe re civiya. Wan ew di korîdora hundir a malê de dûrî pencereyan, derbas kirin û hewl dan ku xwe ji topên ku bênavber dibarîn biparêzin. Nûr Talîa roja din bi malbata xwe re çûn dikana şîraniyan a wan li ser riya El-Raha, ku li wir jêrzemînek hebû ji xwe tê de veşartana. Lê topbaran zêde bû û tank gihîştin nexweşxaneyê. Nûr dibêje:"Em bi jinên ji gundê El-Mejdel, dayik û zarokan re bûn. Ji ber dijwarbûna êrîşan em bi otomobîlê derbasî dikan bûn. Em nêzî 25 jin bûn. Me tenê hewl da canê xwe xilas bikin, me tiştek din bi xwe re nekarî bibira." Nûr Talîa da zanîn ku mêr û xort vegeriyan navenda bajêr, lê êrîş dijwar bûn û bi gulebaranan sivîl hedef digirtin heta nexweşxane ji ber êrîşan ji xizmetê derketibûn. Nûr Talîa wiha qala kêliyên bi êş ên ku hezkiriyên xwe tê de winda kiriye, kir û got:"Birayê min di nav gulebaranê de ajotina xwe domand heta ku gihêşt malê. Otomobîlên wan hat hedef girtin. Birayê min Besam di cih de jiyana xwe ji dest da, piştre birayê min Cemîl jiyana xwe ji dest da. Kurê min Amro jî bi giranî birîndar bibû, xwîn nedisekiniya û nexweşxane kar nedikirin. Ji ber vê ew jî jiyana xwe ji dest da. Ji ber tirsa ku çete cenazeyan bibînin û wan parçe bikin, birayê min ew li baxçeya malê bê merasîm û xatir xwestin, veşartin. Lê birayê min Wesîm ê ku bi wan re bû nedihat peydakirin, di dawiyê de ew li ser rê dîtin ku birîndar bûye û jiyana xwe ji dest daye. Ew jî li kêlek bira û kurê min li baxçeya malê hate veşartin." Çîroka Nûr Talîa ne îstîsna ye, lê yek ji dehan çîrokên ku ji hêla jinên ku niha ji mafê şîna bi rûmet û mafê jiyana bi ewlehî tiştek din naxwazin, têne vegotin.
NÛJINHA/ROŞÊL CANYOR