.... Rojî 01/02 /1969 Dr. Radmenîş û Dr. Qasimlû hatne Sofya. Dr. Radmenîş lew maweyeda çûbwe Iraq û çawî be kak Hemedemînî Sîracî kewtibû.
.... Rojî 01/02 /1969 Dr. Radmenîş û Dr. Qasimlû hatne Sofya. Dr. Radmenîş lew maweyeda çûbwe Iraq û çawî be kak Hemedemînî Sîracî kewtibû. Paş geranewey kak Hemedemîn nameyekîşî bo nûsîbû. Dr. Radmenîş Dr.Qasimlûşî legel xoy hêna bû bo Sofya ke legell min û kak Hesenî Qizilcî basî wez'eke bikeyn û rêgayek bidozînewe. Rojî 2-î Fêvrîye le kobûneweyekî resmî da bas le ser wez'î Kurdistan û seferî Dr. Radmenîş û namey kak Hemedemîn dest pê kira. Dr. Radmenîş basî çawpêkewtinî Hemedemînî kird û gutî: "Her çendî hewlim legel dawe ke le Iraq bimênêtewe qibûlî nekirduwe û nayewê le Iraq bimênêtewe...
[legel Hemedemîn Sîracî] çûyne lay hawrêyanî Hîzbî Komonîst û min ew dawxwazanem hêna gorrê:
1- Deretanî çapkirdinî rojnameyekî manganeman bo pêk bênin.
2 - Cêgayek bo min le ber çaw bigrin ke bituwanim be şêwey nihênî têyda bijîm.
3-Bo nardinî Hemedemîn bo derewe yarmetîman biden.
Biraderan gutyan be mektebî siyasî radegeyênîn û paşan welamit dedeynewe. Lew maweye da xeberman zanî ke çekdarekanî Kurdistanî Iran paş seferî Hemedemîn û êdamî Mela Aware, naçar bûn bgerênewe bo Kurdistanî Iraq. Destey Salih Lacanî, hewt kes deçne melbendî şoriş lewê degîrên û dedrênewe be hukûmetî Iran û le Celdiyan ê'dam dekrên. Ewanî dîke dêne lay Mam Celal le Bekreco rayan degrê û le hemû barêkewe be başî yarmetiyan deda.
Ewaney Bekrecoy çend car hatbûne Bexda, wîstbûyan Hemedemîn bibînnewe belam xoy pê nîşan nedabûn. Min Çûkelî Gewherîm nard bo Suleymanî ke çawî pêyan bikewê û karêkî wa bika çend kesyan bêne Bexda biyan bînim. Çûkel Kawe û Mela Simaylî dîbû ewanîş 07/07/1969 nameyekyan bo Hemedemîn nûsîbû, gileyiyan lê kirdbû ke boçî xoy lê şardûynewe û xoman nîşan nada. Kak Hemedemîn dijî ewe bû ke minîş biyanbînim.
Komîteyekman le Hemedemînî Sîracî û Çûkelî Gewherî û Yosifî Rîzwanî damezrand ke pêwendî legel çekdarekanî Bekreco bigrin û nehêlin bilawey biken û tûşî şerîş nebin legel şorişî Kurdistan. Biryarman da ew komîteye kar bika heta be yekcarî min degerêmewe.
Rojî 07/07/1969 geramewe bo Sofya û paş çend roj ew nameyem bo rêberayetî Hîzbî Tûdey Iran nûsî:
"Heyetê debîranê hêzbê Tûdêyê Iran ...
... Şest nefer ez rofeqayê moselehê ma pîş Celal Talêbanî rifte we be'îd nîst der kamê goruhê ´Tûfan ya Tûdêyê ênqêlabî´ biyoftend. Hemeyê în cereyan ma ra wa mîdard kê tewecohê bîşterî bê qezîyêyê Kordêstan me'tûf darîm
[...şêst kes le hawalanî çekdarî ême çûne lay Talebanî û dûr nîye bikewne dawî (le deqî nameke be Farsî Hîsamî be hele le ciyat ´dam´ nûsîwye ´kam´ ke ewe ew manayey mebestî bûwe nageyênê. H.Q) gurûpî ´Tûfan´ yan ´Tûdey Înqîlabî´, hemû ew şitane wa deken ke serincêkî ziyatir bideyne ser Kurdistan. (Baskirdinî gurûpî "tûfan" lew pêwendîye da seyre, çunke lewê bûnî nebûwe û eweş derî dexa zanyarî Hîsamî le ser "Sazmanî Înqîlabî" çil û nîwe çil bûwe. H.Q]
................................................................
Paş ew nameye 17-î mangî Jûyiyey 1969 Êhsan Teberî hate Sofya, legel kak Hesenî Qizilcî gileyîman lê kird û le wulamda her wek xususiyetî ew bû, gutî heqtane ême le ser meseley mîlî sax nebûynewe. Ew mawey ke lewê bû le ser meseley Kurd û cînayetî rêjîm le Kurdistan sê wutarî nûsî ke le radyo bilaw kiranewe.
Min îtir le Hemedemîn û le Dr. Radmenîş bê xeber bûm ta rojî 15/09/1969 Dr. Qasimlû nameyekî bo nûsîm û delê: "Çawim be (Ram)
[mebest Radmenîş e. H.Q.] kewtûwe, delê hemûtan nasyonalîstin. Boçî le Bexda komîtetan damezranduwe? Debê wez'î xotan rûn kenewe yanî des le Hîzbî Dêmokrat hel bigrin, qerare paş geranewey le sefer çawî be to û be kak Hesenîş bikewê."
Lew beyne da kak Hemedemîn çend namey bo nûsîm le hemûy her hawarî pasport û gileyî û manewey le Bexda bû. Le nameyekî duwayîda kak Hemedemîn nûsîbûy: "Ke çawim be "Dr.Celal" (Kuriş Laşayî) "Tûdey Înqîlabî" kewtûwe û hatote lam belam belênî hîçim pê nedawe, çaweruwanim bizanim bîruray êwe çîye?"
Dirêjey heye…
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî
17 sibatê