• Bajarê Hewlêrê weke paytexta Başûrê Kurdistanê tê qebûlkirin. Eniya Tirkmen a Iraqê doh bi merasîmekê li Hewlêrê buroya xwe vekir. Serekçeteyê vê eniyê herî dawî jî di pûla resmê Papa li ser de gef li Kurdan xwaribû. Rêveberên Başûr jî paş de gav avêtibûn.

Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) doh bi merasîmekê li Hewlêrê navenda xwe vekir. Navend bi amadebûna Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşed Salihî, Wezîrê Tirkmen ê ji Pêkhateyên Herêma Kurdistanê berpirsyar Aydin Meruf û gelek berpirsên Tirkmenan hate vekirin.

Lê di nava van kesan hemûyan de Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) Erşed Salihî balê dikişîne. Ev kes weke endamekî istixbarata Tirk MÎTʼê tê naskirin. Bi palpiştiya dewleta Tirk li Kerkûkê bi hezaran Tirkmen li ser bingehê milletperestiya Tirk bi sîleh kirine. Ev heman kesî beriya bi demekê li ser mijara referandûmê ya Başûrê Kurdistanê û amadekarina pûlê ku nexşeya Kurdistanê li ser bû, gotibû, “Gavên bi vî awayî ewlekariya millî ya herêmê û Iraqê tehdît dike. Divê Rêveberiya Herêma Kurd ya Iraqê van gavan bide sekinadin û şaştiyên berê dubare neke”.

Her weha Erşed Salihî der barê mijarê de daxuyaniyeke lezgîn jî ji rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestibû. Piştî vê gefxwarinê bi 4 rojan jî buroya xwe vekir. Bêguman bi vê helwesta xwe jî weke nûnerê dewleta Tirk li herêmê tevgeriya.

Işareta nijadperestên Tirk

Dema wezîrê parastina Tirk Hulûsî Akar çûbû Iraqê Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) Erşed Salihî jî gelekî bi heyecan bûbû û di wan rojan de ango 18ʼê Çile çûbû serdana çeteyên Tirkmen ên bi çek ên li Kerkûkê û derdora wê û di dema vê serdana xwe de işareta “gurên boz” kiribû ku yek ji işareta nijadperest û faşîstên Tirk e.

Tirkmenên Kerkûkê yên bi alîkariya istixbarata dewleta Tirk MÎTʼê hatine rêxistinkirin Kerkûkê weke Turkmenelî ango warê Turkmenan bi nav dikin sîlehên wan jî dewleta Tirk dane. Serekçete Erşed jî îddîa dike ku wan Kerkûk ji DAÎŞ û PKKʼê rizgar kirine. Serekçete Erşed di gelek daxuyaniyên xwe de xwe weke neteweperestekî Tirk bi nav dike. Di heman demê de palpiştiya dagirkirina Efrînê kiribû û xwestibû Şengal jî were dagirkirin.

Hewlêr kirine lana dijminan

Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê bi dehan baregehên xwe yên eskerî û istixbarî hene. Ji aliyê ekonomîk ve jî bi temamî serdestiya xwe pêk aniye. Perwerdeya ji bo zarokên rêveberên herêmê dibistanên “Işik” ava kirine û bi vî awayî serdestiya çandî û zêhnî jî xistiye bin hukmê xwe. Ango Hewlêr bûye lana dijminên Kurdan û ji Kurdan re qedexe ye.
Hefteya derbasbûyî yek ji serekçeteyan ê serokê qaşo Îtîlafa Sûrî Nasir Herîrî jî çûbû Hewlêrê serdana ENKS û rêveberên Başûrê Kurdistanê. Wî jî gef li Kurdan xwaribû û ew ê jî li Hewlêrê buro veke.

Li aliyê din, Ronahî TV ya dengê şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye, tevî ku bi awayekî fermî serî li rayedarên Rêveberiya Başûrê Kurdistanê daye, nikare li Hewlêrê buro veke. Lê saziyên çapemeniyê yên dûviktiya van çeteyan dikin di bin navê kurdîtiyê de li Rojavayê Kurdistanê dikarin bi awayekî azad xebatê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN