MIHEMED EBDO / ANHA / HELEB
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Herî dawiyê hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cihgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişloyê Lîman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûbûn.
Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Zeyneb Qenber îşaret bi daxuyaniyên dewleta Tirk ên ji destpêka tevgera Sûriyeyê ve kir û got, daxuyaniyên wê bandoreke nerênî li vîna gelê Sûriyeyê kir û birêveçûna tevgerê guhert û vegerand krîzê.
Zeyneb Qenber di dewamê de got, "Hikpmeta Tirkiyeyê xwedî xewnên vegerandina Împaratoriya Osmanî ye. Ew hewl dide bi rêya bikaranîna krîzê vê yekê pêk bîne. Êdî Sûriyeyî hemû bi vê yekê dizanin."
Çeteyan bi kar tînin
Zeyneb Qenber bal bire ser bikaranîna Sûriyeyiyan ji hêla dewleta Tirk ve û got, "Hikûmeta Tirk Sûriyeyiyên îdîa dikin muxalif in û yên li herêmên dewleta Tirk dagir kirine, bi kar tîne. Ew çete ne û piştgiriya dewleta Tirk di dagirkirina xaka Sûriyeyê de dikin. Rastiya wan li Efrînê, Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî diyar dibe."
Zeyneb Qenber li ser êrişa dawî ya li navçeya Ehdasê ya Şehbayê jî got, “Ev kiryareke binpêkirina qanûnên navneteweyî ye. Ji ber ku nêzî 38 kîlometreyan ji sînorê dewleta Tirk dûr e û heta ew derveyî sînorê peymana Edeneyê ya li dijî gelê Sûriyeyê ye.”
Zeyneb Qenber anî ziman ku armanca yekemîn a Erdogan ew e ku “tecrûbeya serketî ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe.”
Ew berjewendîperest in
Zeyneb Qenber li ser civînên Astanayê jî got, “Em dikarin gera 20′an a civîna Astanayê bi civînên ′dewletên berjewendîperest′ bi nav bikin. D kûrahiya van civînan de dabeşkirina berjewendiyan di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de heye."
Zeyneb Qenber diyar kir ku ev civîn bi pûçbûnê dest pê dikin, encamnameyên wan jî bi berfirehkirina serweriya wan dewletan li ser hesabê gelê Sûriyeyê bi dawî dibin û got, “Sermeselê, di civînekê de hate gotin alî li ser têkbirina terorê li hev dikin, rêzê ji mafên cîrantiyê û başbûna niyetê re digirin. Pirsa li vir, gelo pênaseya terorê li gel Erdogan çi ye? Gelo QSD ya ku terora navneteweyî ya bi nûnertiya DAIŞ′ê têk biriye, teror e?”