• KCÊE û KCDK-Eʼyê bang li Kurdistanî û dostên wan kirin ku ji bo pûçkirina pîlanên qirêj ên dagirkeriyê yên li ser Şengalê beşdarî çalakiyên 26ʼê Mijdarê bibin û bi vî awayî di hewara Şengalê de biçin.

 

Koordînasyona Civaka Êzdîxanê ya Ewrûpayê (KCÊE) têkildarî gefên nû yên li ser Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 9'ê Cotmehê peymana qirkirinê di navbera Nêçirvan Barzanî, Mistefa Kazimî û Tayyîp Erdogan de li ser Şengalê hate mohrkirin û bi vê yekê re careke din biryara fermanê, qirkirinê û komployeke nû li dijî civaka Êzîdî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku li ser bingeha vê lihevkirinê hikumeta Iraqê nêzî 10 hezar leşkerên xwe sewqî Şengalê kiriye û Şengal dorpêç kiriye.

Di daxuyaniyê de tê gotin: "Têkçûna civaka Êzîdî û dagirkirina Şengalê, wê bibe têkçûn û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, Mûsil û Kerkûkê. Bi destê hêzek ku qaşo bi navê Kurditiyê tevdigere û xwe wisa pênase dike, bi destê Partî Demokratî Kurdistan PDKʼê, Kurdistan tê dagirkirin û têkbirin. Ji bo ev yek pêk neyê civaka Êzîdî û gelê Kurd neyê qirkirin, Êzîdxan û Kurdistan bi tevahî neyê dagirkirin, divê qîrîn û hawara Êzîdxanê bê bihistin û banga ku Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo parastina civaka Êzîdî û Şengalê li tevahî hêz, aliyên siyasî, gelê Kurd, civaka Êzîdî, aliyên demokratîk û aştîxwaz kirî bicih were û pîlana Hewlêr-Bexda-Enqere pûç bikin.

Biçin beşdarî çalakiyan bibin

Em wek Koordinasyona Civaka Êzdîxanê ya li Ewrûpayê, bang li tevahî civaka Êzîdî ya li Ewrûpayê û Kurdistaniyan hemûyan dikin ku heya Şengal di nava metirsî û gefê de be, kar û xebata xwe ya rojane hemûyî rawestînin û bi hawara Êzîdxanê ve herin. Bi vê yekê pîlana Ferman, qirkirin û dagirkirinê ya Êzîdxan û Kurdistanê têk bibin.

Bi vê armancê em bang li gelê xwe yê li tevahiya cîhanê dikin ku herin pêşiya nûnertiyên Iraqê, Herêma Kurdistanê û yên NY‘yî û çalakiyên protestoyî li dar bixin û bibin bersiv ji qîrîn û hawara Şengalê re. Banga me bi taybetî ji gelê me yê li Elmanyayê re jî ew e, di 26'ê Mijdarê de li pêşiya nûnertiyên Iraqê û NY'yî yên li bajarên Berlîn, Dusseldorf û Frankfurtê de çalakiyan pêk bînin. Her weha di 27‘ê Mijdarê roja Înê jî li seranserê Elmanya û Ewrûpayê çalakiyên protestoyî lidar bixin û Êzîdxanê bêxin nava aramiyê."

Em destûr nedin pîlanên qirêj

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li ser Şengalê pîlanên qirêj hene.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Hikumeta Iraqê amadekariyan dike ku 10 hezar leşkeran bişîne Şengalê û PDK’ê jî hêzeke ji 3000 kesan pêk tê, amade kiriye. Civaka Êzîdî ya Şengalê ku piştî DAÎŞ’ê xwe li ser esasê azadî û demokrasiyê rêkxist, di bin gefeke mezin de ye. Gelê Şengalê û Kurdistanê vê pîlanê qirêj ê li ser Şengalê wekî ‘fermaneke nû’ dibîne.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniya xwe bang li her kesî kiriye ku têkeve nav hewldanan.
Gelê Şengalê dema li dijî DAÎŞ’ê şerê manûnemanê dikir, hikumeta Iraqê û PDK li ku bû? Kesên di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de civaka Êzîdî bi tenê hişt û bûn sebeba vê qetlîamê, îro bi van pîlanên xwe rê li ber qetlîameke din vedikin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku pêdiviya wan bi parastina hêzên leşkerî tune û gelê Şengalê wê di her şertan de axa xwe biparêze. Gelê me yê Kurdistanê, gelên herêmê û gelê me yê li derveyî welat û dostên me divê xwedî li gelê Şengalê derkevin û destûrê nedin van polîtîkayên qirêj.

Em KCDK-E ji bo pêşîgirtina li fermaneke din a li ser Şengalê bang li gelê xwe dikin li her dera Ewropayê ya ku navendên me yên civakî û pêkhateyên me hene, di 26’ê Mijdarê dakevin qadan û xwedî li Şengalê derkevin.”

NAVENDA NÛÇEYAN