Hewara jinan hewara Cûdî ye

Pêncşem 10 Îlon 2020 - 23:00

ZEYNEP DÛRGÛT
MA/ŞIRNEX

Li herêma Çiyayê Cûdiyê agirê eskeran bi daristanê xistiye 3 mehin didome. Agir bi daristanên gundên Gundikê Remo, Gundikê Spîndarûkê, Cifanê, Nevaqara û Avgamasya ketiye. Li herêmê şewatek vemire, yeke din destpê dike. Heta niha ji ber şewatê bi hezaran dar, bi sedan bax û bostan şewitîne. Li herêmê welatiyên bi sewalkarî û cotkariyê debara xwe dikin îsal ji ber şewatê pirr xisirîne. Jinên ji gundê Avgamasya ya Şirnexê nerazî ne û dibêjin, ne daristan wijdanê mirovahiyê dişewite. 
Ji jinan Asya Gûnge got, yên li hemberî vê şewatê bêdeng dimînin ne xwedî wijdan in. Agir bi kizwanên me, mêşên me yên hingiv û her tişteke me ket. Em dixwazin biçin vemirînin, lê destûr nadin. Em dikin hawar kes hawara me nabihîze. Ev 3 mehin Cûdî li ber çavê mirovahiyê dişewite. Herkesî xwe ker û lal dike. Şewata Cûdî şerma mirovahiyê ye.” 
Fatma Aksak jî dibêje, Cûdî wijdana mirovahiyê ye. Cûdî cih û warê mirovahiyê ye. Bila cîhan şewata li ser axa me bibîne û nehêlin Cûdî bênefes bimîne. 
Beşîre Katar jî dibêje, Em naxwazîn Cûdî bişewite. Em her serê sibehê dema li Çiyayê Cûdî dinêrin, dihelin. Cûdî cihê mirada ye. Cûdî li gel me pîroz e. Dema ku mirov heft caran diçe serdana Cûdî wekî ku mirov çûye Umrê. Ewqas ji bo me pîroz e. Kesê ku îro xwedî Cûdî dernekeve, bila sibê jî ji me re behsa mirovahiyê neke.” 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.