Hevserokê PYD`ê: Bi Rêber Apo re rûnin

Sêşem 29 Cotmeh 2024 - 16:30

  • Hevserokê PYD`ê Xerîb Hiso anî zimên êrîşên Tirk nîşana rawesta li ser talan û dagirkeriyê ye lê dagirkeriya wê, wê encamê neyine, divê dewleta Tirk li gel Kurdan rûne. Hiso peyama dawî ya Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist, got Ocalan fersendeke dîrokî ye û got heke li Tirkiyê çareseriyek li gel Kurdan bibe ev ê tesîra xwe bi çêyî li ser Sûriyê jî bike û xwest ku Ocalan ji alî fizîkî ve azad bibe.

Dewleta Tirk a dagirker çalakiya li ser TUSAŞ’ê kire hincet û bi rengekî hovane bi rojan bi balafirên şer, tang û topan êrîş bire ser binesaziyên sivîl û qadên civakî, di êrîşan de zarok jî di nav de gelek welatiyên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê şehîd bûn. Li dijî êrîşên dagirkeriya qirker HRE’yê û QSD’ê bersiv dan û di çalakiyên bersiv dane de gelek leşkerên Tirk û çeteyên bi ser wan ve hatin kuştin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso derheqê êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk anî zimên dewleta Tirk di siyaseta hovîtî, talan û dagirkeriyê de bi israr e, lewma bi her awayî êrişî welatî û saziyên herêma wan dike û got,’’Çareseriya pirsgirêk û nakokiyên di hundirê Tirkiyeyê de ne li derveyî sînor e. Ev êrişên li ser herêma me dikin, êrişên terorîst û tirsonekan in. Ji ber wê jî temenê wan kin e. Êdî ew dem derbas bû ku vî gelî birçî û koçber bikin. Îradeya gel di ser van êrişan re ye.”

Divê bi Kurdan re rûne

Hiso bi domdarî anî zimên dewleta Tirk bêgav e ku gavên diyalogê bavêje, bi Kurdan û pêkhateyên Tirkiyê re rûne û got,’’Lê diyaloga navxweyî ku tenê bi Tirkiyeyê re bi pêş bikeve,   bawerî lê neyê. Ji ber ku Tirkiye tu carî diyalogeke navxweyî çênekiriye û aştiyeke fermî dest pê nekiriye. Dagirkerî, kuştin û hovîtî hene.’’

Rêber Apo fersenda dîrokî ye

Hevserokê PYD`ê derbarê daxuyaniyên desthilata AKP-MHP’ê yên têkildarî Rêber Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd de jî got: “Ji aliyê desthilatê ve gotin hatin kirin, lê çi qas xwediyê vê axaftinê ne ne diyar e. Di nava Tirkiyeyê de bingeha vê heye yan nîn e? Ev 26 sal e dewleta Tirk bi esîrgirtina Rêber Apo re bingeha vê kilîd kiriye. Rêber Apo wekî firsendeke dîrokî ye. Tirkiye vê firsendê ji destê xwe dide. Ger ne ji berxwedaniya Îmraliyê, gelan, gerilayên azadiyê û jinan bûya, ev gotinên AKP-MHP’ê jî nedibûn.”

Muxatabê çareseriyê Ocalan e

“Di vê demê de cidiyetek lazim e.” Bi van gotinan Xerîb Hiso bal kişand ser girîngiya demê û got: “Ger hikumeta desthilatdar a Tirkiyeyê bixwaze rûpeleke nû veke, bila kerem ke Rêber Apo muxatabê çareserî, aştî û diyalogê ye.”

Ji bo çareseriyê azadiya Ocalan

Hiso têkilî peyama Rêber Ocalan a dawiyê got,’’Rêber Apo bi zelalî dibejê deriyê Wî ji bo diyalog, aştî û gaveke nû vekirî ye. Ger dixwazin gavekê ji bo Tirkiyeya demokratîk û aram biavêjin, dawî li siyasetên kevn bînin. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi qonaxeke nû heye. Ji bo wê di berdewamkirina tecrîdê de tu sûd tune ye. Azadiya fîzîkî esas e. Di bin tecrîdê de dan û standin çênabe.”

Çareseriya li Tirkiyê wê tesîrê li Sûriyê bike

Xerîb Hiso destnîşan kir ku bi qasî pêwîstiya lihevhatinê li Tirkiyeyê hebe, ew qas jî li Sûriyeyê heye. Hiso diyar kir ku ger pêşketinek li Tirkiyeyê çêbe dê bandorê li Sûriyeyê jî bike û got: “Pêwîstiya diyalogê çawa li Tirkiyeyê heye li Sûriyeyê jî heye. Hikumeta Şamê xwe ker kiriye û ji diyalogê dûr e. Dema pêşketin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çêbe dê tesîreke çê li Sûriyeyê jî bike. Li wir neyînî be jixwe berê jî li Sûriyeyê neyînî ye. Her du alî jî di nava xitimandin û lawaziyekê de ne. Li Tirkiyeyê pirsgirêk çareser bibe wê li Sûriyeyê jî çareser bibe. Mînak; wê peymanên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de têk diçin, dagirkerî divê nemîne, pirsgirêka Sûriyeyê bê çareserkirin û her kes vegere warê xwe. Lê heta ku li Tirkiyeyê alozî û derve jî dagirkerî hebe, ev dibe sedema xitimandina pêşxistina diyaloga navxweyî û çareseriyê.”

CÎHAN BÎLGÎN – SÎMA BIROKÊ/ ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.