Hevşaredara Qersê Alaca hat berdan 

Pêncşem 8 Nîsan 2021 - 00:47

Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ku qeyûm şûna wê dagir kiribû û paşê jî hatibû hepskirin, tehliye bû.

Danişîna sisêyan a doza Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ku di 8'ê Cotmeha 2020'î de qeyûm şûna wê dagir kiribû û hatibû girtin û Hevserokê HDP'a Qersê Cengîz Anli, rêvebirên HDP'î Îzzet Altig, Mûstafa Yardimciel, Reîs Baykiz û Kaya Nakî li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Qersê hat lidarxistin. Dadgehê 6 sal û 10 meh û 15 roj ceza li Alacayê birî û derbarê wê de biryara berdanê da. Dadger derbarê Hevserokê HDP'a Qersê Anli û rêvebirên HDP'î Altig, Yardimciel, Baykiz û Nakî de jî biryara berdanê da. 

Danişîna çaran taloqî 10'ê Hezîranê hat kirin.

QERS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.