Hevrêyên Sarayê li her derî bûn

Yekşem 9 Çile 2022 - 22:18

  • Xwepêşandêran got, qetlîama Parîsê nîşana berdewamiya komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

Frankfurt: Li vî bajarê Elmanyayê Ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi pêşengiya TJK’ê û bi tevlîbûna gelek Kurdistanî û dostên wan meşek hat lidarxistin û komkujiya Parîsê hat şermezarkirin. Xwepêşandêran got, qetlîama Parîsê nîşana berdewamiya komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

Hamburg: Li vî bajarê bakurê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Rojbîn a li Hambûrgê li taxa Sternschanze çalakiya bi daxwaza edaletê li dar xist.

Gelek sazî, siyasetmedar û kesayetiyên Elman û çepên Tirk jî cih girtin. meş bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Meş li taxa Altona bi dawî bû. 

Berlîn: Kurdistanî û dostên bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Dest-Danê li paytexta Elmanyayê Berlînê li Alexanderplatz hatin cem hev û eşkere nekirina failan û pêkneanîna edaletê rûreş kirin. Nûre Alkiş beriya meşê bal bire ser têkoşîna Sakîne Cansiz (Sara) û got, “Jiyana wê her tim bi têkoşînê dewam kiriye. Têkoşîna wê ji bo jina Kurd, ji bo gelê Kurd bû.” 

Stuttgart: Li vî bajarê Elmanyayê, bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan meş hat lidarxistin. Piştî meşa ku li Lautenschlager Strasse destpê kir, li Schlossplatzê mîtîngek hate lidarxistin. Parlamenterê Die Linke Bernd Riexinger û Hevseroka KON-MED'ê Zubeyde Zumrut bang li hikûmeta Fransayê kir da ku tavilê kujeran ceza bike.

Saarbrucken: Li bajarê Elmanyayê Saarbruckenê, komkujiya 9´ê Çileyê 2013´an bi meşekê hate protestokirin. TJK-E Saarbrucken û meclîsa jinan a Şîrîn Elemhûlî çalakî organîze kir. Tevî Kurdan gelek dostên Kurdan jî tevlî meşê bûn. Meşê li ber Galeria Europa destpê kir li Landwehrpltazê veguherî mîtîngê. Saziya mafên jinan a Elman Femistichevernetzung Trier li vir got, "Em bawer dikin ku divê di zûtirîn demê de komkujiya Parîsê bi awayekî adil bê ronîkirin. Em bang li rayedarên Fransî dikin da ku ji bo çareserkirina vê komkujiyê xebatên pêwîst bimeşînin."

Basel: Kurdên li Swîsreyê û saziyên dostê wan ji bo şermezarkirina Qetlîama Parîsê li Basselê hatin ba hev. Hevseroka Partiya BastA’yê Sina Deiss di çalakiyê de got, wan bi berxwedana bi heybet a jinan li Kobanê şahidiya xeta berxwedanê ya Sakîne Cansiz kiriye.

Marsîlya: Kurdên bajarên Fransayê Montpellier, Draguignan, Marignane û Avignon li Marsilyayê hatin cem hev. Gelek rêxistinên Fransî yên civakî û mafê mirovan jî beşdarî çalakiyê bûn. Peyamên sereke yên meşê ev bûn: “Em daxwaza ronîkirina qetilkirina 3 jinên Kurd ên di 9'ê Çileyê 2013'an de hatin qetilkirin dikin”, "Emê efû nekin, emê ji bîr nekin". Çalakgeran doza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî kir. Wan bang li hikûmeta Fransayê kir da ku komkujiyê ronî bike û PKK´ê ji lîsteya terorê derxe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.