Hevpeymana jinê tê amade kirin

În 8 Adar 2024 - 00:52

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif derbarê girîngiya hevpeymana civakî ya ji bo jinan û amadekariyên çêkirina hevpeymana jinê de axivî. Foza Yûsif hevpeymana civakî ji bo jinan wekî “gaveke gelekî girîng” nirxand û got:“Bi hevpeymana civakî re şoreşeke qanûnî û adalete çêbû. Destûrên heta niha bi zîhniyeta mêr dihatin çêkirin, lewma li ser jinan qanûnên mêr dihatin meşandin. Di vê peymanê de mafê jinan hatiye bicihkirin û erêkirin. Ev peymaneke azadiya di navbera jin û mêr de ye ku wê ev bibe destpêkek di avakirina pergala jin de. Di peymanê de maddeyek heye ku dibêje jin wê pergala xwe ava bike.”

Hê jî li ser jinê êriş hene

Foza Yûsif, da zanîn ku ew amadekariyan hevpeymana jinê dikin û got:“Ji bo avakirina vê pergalê em di nav nîqaşan de ne. Li gorî hevpeymana civakî, meclîs tê avakirin û ev meclis dibe wekî parlamentoya jinan û sîstema jinê. Li gorî hevpeymana civakî Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîste xwe ji nû ve ava bike û li gorî madeyên peymanê xebatan pêş bixîne. Gorî hevpeymana civakî divê sîstema konfederal a jin ji niha şûnde bê birêxistinkirin û peymana civakî ya jin bê nivîsandin. Mixabin hîn jî jiyan û civaka me di nav zayenperestiyê de bi rê ve diçe. Her roj li ser jinan êriş hene. Bi rastî li herêmê gavên mezin hatin avetin, lê belê mirov nikare bibejê me hemû mafên xwe mîsoger kirine. Ji bo mîsogerkirina mafên xwe divê em pergala jin ava bikin. Divê meclîsên xwe yên jin ava bikin, bi awayekî demokratîk xwe birêve bibin û bi vê hêza demokrasiyê beşdarî Rêveberiya Xweser bibin.”

Gaveke ji bo Konfederalîzma Jinê

Foza Yûsif, anî ziman ku ger li Rojavayê Kurdistanê pergala jin bi temamî bê avakirin wê bibe gavek ji bo Konfederalîzma Demokratik a Jin a Cîhanê û got:“Di her alî de sîstema baviksalarî di cîhanê de riziya ye. Divê êdî jin ji vê sîstema têkçûyî re bibêjin `bes e` û bi yekdengî helwest nîşan bidin. Ji vê re rêxistin, perspektif, nêrîneke cîhanî ya jinan pêwîste. Hêza me di rêxistinbûna me de veşartî ye. Konfederalîzma demokratîk a jinan a cîhanê ku Rêber Apo behs kiriye, rêya rizgariya jinan e. Ger li hemberî vê sîstema baviksalar jin konfederalîzma demokratîk a cîhanê ava nekin wê nikaribin li ber xwe bidin. Çawa ku sîstema dewlet a mêr NATO, NY û tifaqan çêdikin, jin jî divê li dijî wê yekîtiya demokratîk ava bikin.” Foza Yûsif di dawiyê de ev bang kir:“Em 8`ê Adara 2024`an bikin pêvajoya destpêka avakirina pergala jin a demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Banga min ji bo tevahî jinan ew e ku em hemû qadên jiyanê bikin qadên berxwedanê. Tevahî jinên Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Tirkmen, Ermen hwd. yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê xwedî li şoreşa xwe derbikevin. Em li her cihî bi deng, reng û daxwazên jinan 8`ê Adarê bixemilînin.” 

ANHA/CÎHAN BÎLGÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.