• Elmanyayê gotibû, ''Me firotina Leopard 2'yan ji bo Tirkiyeyê rawestand'' lê derket holê ku di ser fîrmayên din re hatiye domandin.

Derketa holê ku karê nûjenkirina tangên Leopard 2'yan ku piştî êrîşên dewleta Tirk Elmanyayê gotibû, ''me rawestand'', di ser fîrmayên din re hatiye domandin. 
Nûjenkirina tangên Leopard 2 ku Rheînmetallê hildiberand û dida Tirkiyê, rojên ku dagirkeriya ser Efrînê dest pê kirî, piştî ku nûçegihan Denîz Yucel ê welatiyê Elman hatî berdan, ji cihê mayî dewam kiriye.

Li gorî lêkolîna bernameya ''Report Munchen'' ya koavara Sternê ku mehê carekê li Elmanyayê dertê û li qenala dewletê û li ARD'ê weşiyayî, karê nûjenkirina tangên Leopard 2 ku beriya niha bi dewleta Tirk re hatî îmzekirin, Rheînmetallê van 2 salên dawî bi rêyên cuda temam kiriye. Li gorî agahiyên hikûmetê û yek ji şîrketa mezin a çekan Rheînmetallê ji 2014'an û vir ve ti parçeyekî tangan nefirotine Tirkiyê. Agahiyên ku ji lêkolîna du saziyên medyayê derketine holê û belge berevajî vê dibêjin. Li gorî lêkolînê Rheînmetall bi rêbazên bi hîle bi şîrketeke din a bi navê ÎBD Deîsenrothê ku navenda wê li Bonnê ye û sala 2019'an kirî ye, karê xwe pê kiriye.

Hikûmet heta niha gelek pirsname bi gotina ''raza dewletê'' aşkere nekir. Muxalefetê, piştî skandala ku bi gelek belgeyan derketî holê xwest sku hevkariya veşartî ya Rheînmetallê ya bi hikûmeta Tirk re bi rengekî berfireh eşkere bike.

ANF/BERLÎN