Hêviya DAIŞ’ê êrişên Tirkiyeyê ne

În 26 Tebax 2022 - 22:36

  • “Di dema dawî de pîlan kiribûn bi êrişên bi ser hepsa Sîna ya “Xiwêran'' careke din bûyera li Kampa Holê dubare bikin"

Berdevkê Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, armanca destpêkirina  qonaxa duyemîn a Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re nirxand.

Nûrî Mehmû despêkê got, DAIŞ dixwaze ji derfetan sûdê werbigire û ji ber êriş û gefên dewleta Tirk ên di demên dawî de hêviya çeteyên DAIŞ'ê çêbûye. Nûrî Mehmûd got, “Di dema dawî de pîlan kiribûn bi êrişên bi ser hepsa Sîna ya “Xiwêran'' careke din bûyera li Kampa Holê dubare bikin. Hin pîlanên wan hatin pûçkirin û pêwîstî hate dîtin ku qonaxa duyemîn ya operasyona mirovî û ewlehiyê were dewamkirin."

Nûrî Mehmûd bal bire ser rêxistina çeteyên DAIŞ'ê li nava kampa Holê û got, “Di hundirê kampê de gelek şêwazên ku bi rêya wan xwe bi rêxistin dikin, diyar in: weke qetilkirin û hin kiryarên din ên ku di hundirê Kampa Holê de pêk tînin. Êriş û gefên dewleta Tirk dihêlin ku hêzên me zêdetir bi parastina sînor ve mijûl bibin, li kêleka vê hêzên navneteweyî û civaka navdewletî xwedî li erkên xwe yên ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dernakevin. Ji ber vê yekê, ev hemû ji DAIŞ'ê re dibe derfet da ku careke din xwe li hundirê kampê û derveyî kampê bi rêxistin bike. Ev mijar bi temamî li ser pişta Rêveberiya Xweser, YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve maye."

Nûrî Mehmûd da zanîn ku operasyonên bi vî rengî wê bi rêkûpêk dewam bikin: "Operasyonên bi vê şêwazê wê dewam bikin da ku ewlehiya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were. Bi vê operasyonê çeteyên DAIŞ'ê wê bi temamî tine nebin. Divê cîhan zanibe ku çeteyên DAIŞ'ê xwe li ser hêviyên gefên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hundirê kampê de bi rêxistin dike û pîlanên çeteyên DAIŞ'ê û MÎT´ê bi hev re li gelek deverên derveyî kampê hene."

Bi taybetî ji bo Holê ye

Nûrî Mehmûd da xuyakirin ku ev operasyona bi taybetî ji bo Kampa Holê ye: "Ev operasyon li gorî derfetên di destê Rêveberiya Xweser de ye. Ji ber ku hêzên weke Tirkiyeyê alîkariya çeteyên DAIŞ'ê dikin, çete her wiha alîkariyê ji cebheyên herêmên dagirkirî û herêmên dîtir weke ên weke Idlib û herêmên di navbera Dêre Zor û Siwêdaa û ji Sînorê Iraqê werdigirin. Ji ber vê, çeteyên DAIŞ'ê bi vê operasyonê tine nabin. Çeteyên DAIŞ'ê teroreke cîhanî ye û dewleteke weke dewleta Tirk ku endamê NATO´yê ye, alîkariyê didiyê."

Berdevkê Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd di dawiyê de got, koalîsyona navneteweyî jî di nava operasyonê de cihê xwe digire.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.