Destpêka salên 1900’î li Stenbolê gelek komele û cemiyet tên damezirandin. Wê demê rewşenbîr û xwendekarên Kurd jî di nav lêgerînekê de ne û ji qewmînên dinyayê haydar in. Ji lewma, ew jî bi hestên neteweperweriyê tevdigerin û dixwazin derûdorê yanî civaka xwe hişyar bikin. Bi vê armancê “Cemiyeta Hêvî ya Talebeyên Kurd” sala 1912’an li Stenbolê ji hêla xwendekarên Kurd ve tê damezirandin. Taybetmendiya Komeleya Hêvî ew e ku di nav sînorên dewleta Osmanî de komeleya yekemîn a fermî û Kurdî ye.
Ji bo komeleya Hêvî were damezirandin Xelîl Xeyalî û Dr. Şükrü Mehmet Sekban pêşengiyê dikin û dixwazin bi ciwanên Kurd re hestên neteweperweriyê ava bibin û ciwanan teşwîqî vî karî dikin.
Qedrî Cemîl Paşa jî îşaret bi rola Xelîl Xeyalî ya ji bo komeleyê dike û dibêje, “Wî û hevalên xwe bi şîretên xwe rêya xwendekarên Kurd ronî kirine û xwendekarên Kurd ji wan hêz girtin û ev komele damezrandin.” Wan salan, Cemiyeta Hêvî tesîreke xurt li ser ciwan û xwendekarên Kurd çêkiriye û komele her ku çûye mezintir bûye.
Di demeke kin de 200 endam
Kesên wek Xelîl Xeyalî, Qedrî Cemîl Paşa, Fuat Temo, Zekî Efendî û Memduh Selîm Beg ku rewşenbîrên wê demê ne, wek damazirînerê Cemiyeta Hêvî tên zanîn û her wiha di Cemiyeta Hêvî de cih digirin. Li gorî agahiyên Ekrem Cemîlpaşa, Cemiyeta Hêvî di demeke kin de xwe digihîne gelek kesan û nêzî 200 endamên wê çêdibin. Ji xeynî ciwanên Bakurê Kurdistanê, di nav endamên komeleyê de ciwanên ji Sine û Mehebadê jî hebûn ku wê demê li Stenbolê dixwendin. Di despêkê de Omer Cemîl Paşa dibe sekreterê giştî yê komeleyê, lê piştî demekê ew dev ji vî karî berdide û Memdûh Şevket tê ciyê wî.
Lêçûn û aboriya komeleyê jî di destpêkê de bi piştgiriya Seyîd Evdilqadir Efendî bi rê ve diçe û her wiha hin rewşenbîr û pêşengên Kurd ên li Stenbolê jî piştgiriyê didinê.
Cemiyeta Hêvî armanca xwe di kovara “Hetawî Kurd” de wiha diyar dike, “1- Xwendekarên Kurd bi hev bide naskirin û xebatên hevpar bi wan bide kirin. 2- Ziman û wêjeya Kurd lêkolîn bike û derxe holê. 3- Li Kurdisatanê avakirina mekteb, camî û medreseyan. 4- Zarokên Kurd bide xwendin û bi perwerdeya wan re mijûl bibe. Her wiha alîkariyê bide zarokên Kurd ên xizan. 5- Bi kurtasî ji bo bextewariya Kurdan dixebite û kar dike.”
Li Ewrûpa jî şaxekê vedikin
Wê demê kesên wek Qedrî Cemîl Paşa, Şemseddîn Cemîl Paşa, Rîcaî Nuzhet Babanzade û Selîm Sabît li Lozanê şaxê Komeleya Hêviyê ya Ewrûpayê vedikin û Ekrem Cemîl Paşa wek serokê şaxa Lozanê hildibijêrin. Ekrem Cemîl Paşa meqseda vê şaxê wiha rave dike: “Me dixwest, em bi xwendekarên Kurd ên li Ewrûpa re têkiliyê çêkin û bi hevkariya neteweyî ya civaka xwe li Ewrûpayê baştir bidin naskirin.”
Beriya komele were girtin, gelek karên baş dike û di nav ciwanên Kurd ên wê demê de rêxistinek baş ava dike. Lê di sala 1913’an de gelek rêveberên Cemiyeta Hêvî dikevin ber lêpirsînê û di ser de jî Şerê Cîhanê yê Yekemîn tê û komele ji hev belav dibe. Gelek endamên komeleyê mecbûr dimînin herin leşkeriyê û têkiliya di navbera wan de qut dibe ta ku di sala 1919’an de bi pêşengiya hin kadroyên nû dîsa tê damezirandin û dest bi xebatan dike. Gava Cemiyeta Hêvî di sala 1919’an de careke din vedibe, Asaf Bedirxan wek serokê Cemiyeta Hêvî kar dike û Ekrem Cemîl Paşa jî wek nîşaneyeke rûmetê dîsa serokê Komeleya Hêvî tê hesibandin.
Wextê şûr derbas bû
Gava Cemiyeta Hêvî cara duyemîn tê damezirandin bi rêziknameyeke nû armanca xwe berfirehtir dike û li gelek bajarên Kurdistanê jî şaxên xwe zêde dike. Her wiha ji bo xwendinê jî gelek endamên xwe dişîne Ewrûpayê da ku li wir bixwînin û paşê vegerin xizmeta welatê xwe bikin. Cemiyeta Hêvî di belavokeke xwe ya hingê de, dibêje, “Wextê şûr derbas bû, niha çaxê qelem û zanînê ye.”
Cemiyeta Hêvî xebatên wek çapemenî, çand û hunerî bi rê ve birine, kovar û pirtûk jî çap kirine. Bi rêveberiya Komeleya Hêvî, sala 1913’an çar hejmarên “Rojî Kurd” têne weşandin. Kovara “Rojî Kurd” mehê carekê derdiket û bi zimanê Kurdî û Tirkî weşan dikir. Piştî Rojî Kurd, Cemiyet sala 1913’an kovara “Yekbûn”ê der dixe û herî dawî di navbera salên 1913 û 1914’an de jî kovara “Hetawî Kurd” derdixin û ziman û wêjeya Kurd didin naskirinê.
Her wiha ji bo fêrkirina ziman jî hewldanên Cemiyeta Hêvî hene. Sala 1921’an bi navê “Hînkerê Zimanê Kurdî” pirtûkekê jî çap dikin. Cemiyeta Hêvî bi van kovar û pirtûkan xwestiye neteweya Kurd hişyar bike û berê wan bide xwendinê.
* Çavkaniyên di vê nivîsê de ji ber pirtûka nivîskar Malmîsanij ya bi navê “Kürt Talebe Hêvî Cemiyeti-Îlk Legal Kürt Öğrenci Dermeği” hatine girtin.
STENBOL