- Hunermendên Filistînî ku niha hewl didin li Xezeyê bîenalekê li dar bixin li ser înternetê manîfestoyekê belav kirin. Ew vê bîenalê weke hêvî û berxwedana hunermendên Filistînî bi nav dikin û hewl didin qirkirina li Xezeyê bi rêya berhemên afirîner ên hunerî bînin ziman.
Li hember hemû zext, zorî û pêkûtiyên şer hunermendên Filistînî yên li Xezeyê afirîneriya xwe nîşan didin. Niha jî qederê 40 hunermendên ku di disiplînên cuda de diafirînin hewl didin “Bîenala Xeze”yê li dar bixin. Komeke ku ji hunermendan pêk tê niha ji bo bînenalê li fonan digere û piştî dîtina fonan ew ê berhemên bi hêz yên hunermendên Filistînî di vê bîenalê de nîşan bidin. Her wiha di nav bîenalê de ew ê gelek çalakiyên hunerî jî pêk werin. Ji bo ev bîenal pêk were hunermend niha hem li Xezeyê û hem jî li dervayî Xezeyê li saziyên ku ew ê karibin hevkariya wan bikin digerin.
Li gor nûçeya The Guardîan hin ji van hunermendan di dema şer de bi aweyekî derbasî Misrê bûn. Hinek ji van hunermendan jî Xeze neterikandin û xwestin li hunera xwe li Xezeyê bidomînin. Hunermendên ku dûrî Xezayê ne her çend nikaribin bi awayekî fizîkî li bîenalê cih bigirin jî ew ê hewl bidin berhemên xwe bişînin. Hinek ji wan ew ê kopyayên dijîtal ên berhemên xwe bişînin ji bo bîenalê. Kesên ku vê bîenalê bi rêxstin dikin li ser înternetê manîfestoyekê belav kirin û gotin; “Ti şer nikare rê li ber xeyalên xeyalperestan bigire. Her wiha ew ê ti hêz an jî desthelatî nikaribe afirîneriya di dil û mêjiyê hunermendan de bikuje. Ti hêz nikare wê ronahiya di çavê wan de vemirîne.”
Dengê Filistîniyan digihîne dinyayê
Hunermend Ahmed Adnan pirsa “Bîenala Xeze’yê çima eqwas girîng e?” wiha dibersivîne; “Bêguman ev bîenal platformeke girîng e ku dikare dengê hunermendên Filistînî bigihîne hemû dinyayê. Bi saya vê bîenalê di navbera hunermendên Filistînî de têkiliyek ava bû û her diçe ev têkilî xurttir dibe. Di warê akademî û civakî de jî têkiliyek ava bû. Kesên ku tên bînealê dikarin bibînin bê ka li Xezeyê çi diqewime. Ji lewma divê bîenal her tim were nûkirin. Ez vê bîenalê ji bo hunerê weke nan û avê girîng dibînim.” Adnan Ahmed di derbarê afirîneriya hunermendên Filistînî û berdewamiya afirîneriya hunermendan de jî axivî û got; “Afirînerî ew tişte ku hunermend li ser lingan dihêle û bi vê rêyê têkiliyekê ava dike di navbera berhem û hunermend de. Hunermendên Filistînî afirîneriya hunerî weke parçeyekî têkoşîna xelk û hestên xwe dibinin. Bi vî awayî serpêhatiyên xwe nîşanî xelkê didin. Afirînerî bêyî werger û herfan zimanekî gerdûnî ye; zimanê aştiyê ye û di nav hemû şaristaniyan de têkiliyekê ava dike. Hunermendên Filistînî jî bi awayekî hunerî û afirîner li meseleya Filistînî dinihêrin. Ew hem rabuhirî û dema niha dikin belge û hafizayekê çêdikin.”
‘Peyama hêz û berxwedanê ye’
Hunermenda jin Maysa Yûsif jî girîngiya bîenalê bi van hevokan tîne ziman; “Ev peyama hêz û berxwedanê ye. Li hember qirqirina ku li Xezeyê pêk tê em hîna jî li ber xwe didin û dibêjin em hene. Li hember vî şerê bê eman û şertên giran em dev ji doza xwe bernadin. Her çend ji bo em karê xwe bikin kêmasiyên me hebin jî em dev ji hunera xwe bernadin û diafirînin. Dibe ku ew besît bin lê ew ji nav kavilan derketine û afirîneriya me nişan didin. Em bi talan, mişextî, birçîtî, tirs, zext û tinebûnê re rû bi rû man. Ev mijarên hane dikin ku em serpêhatiyên xwe bi rêya hunerî vebêjin û bikin belge. Ji xwe di xebatên me yên ku niha li dinyayê digerin de ev tişt bi awayekî eşkere tên dîtin. Li hember bobelata ku bi serê me de hat em van peyvan bikartînîn; qirkirin, jêbirina mîras, nasname û çanda xelkekî.”
Bîenal pireke ji bo berhemên hunerî
Matoz Naîm ku ew jî yek ji rêvebirên bîenalê ye, da zanîn ku ew bi rêya hunerê hêvî û berxwedana xwe tînin ziman û got; “Ev bîenal ji bo danasîna kar û barên me yên hunerî weke pirekê ye. Em serpêhatiyên li welatê xwe bi zimanekî gerdûnî ango bi rêya hunerî vedibêjin. Bîenal pirsgirêk û birînên kûr ên li Xezeyê jî nîşan dide. Wekî din mirov dikare vê bîenalê weke sekneke bi rûmet jî bi nav bike. Ji lewma hunermendên Xezeyî çand û nasnameya xwe bi vî awayî diparêzin û nahêlin ew tine bibin.” Matoz Naîm her wiha da zanîn ku hüner û afirînerî hunermendên Filistînî li ser lingan dihêle û axavtina xwe wiha bi dawî kir; “Afirînerî tenê ne ew tişte ku di nûçeyan de hin tişt weke hejmar werin rave kirin. Em bi hunera xwe hêvî û berxwedanê tînin ziman. Huner dikare mirov ji wan trajediyên ku bi wan re rû bi rû maye xelas bike. Qet nebe dikare bîrîna me hinek bikewîne. Her wiha huner peyameke insanî jî dihewîne û bi vê peyamê xelk bêhtir dikarin ji birînên hev fam bikin ango wan birînan derman bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN