- Li seranserê Ewrûpayê çalakiyên 8´ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dewam dikin. Jinên Kurdistanî hem di çalakiyên giştî de cihê xwe digirin û hem jî ji mêj e çalakiyên xwe yên xweser jî bi rê ve dibin. Peyamên xweparastin û xwebirêxistinê yên jinên Kurd îsal li pêş in.
Bi rasthatina 8´ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, ji beriya hefteyekê ve çalakiyên rêxistinên jinan li Kurdistanê û li derveyî welêt dest pê kirin.
Li seranserê Ewrûpayê dawiya hefteyê jinên Kurdistanî çalakî li dar xistin. Li bajarên Elmanyayê Frankfurt, Stuttgart û Dusseldorfê, li paytexta Fransayê Parîsê, li paytexta Ingilîstanê Londonê, li bajarê Swîsreyê Zurichê jî jinên Kurd bi rasthatina 8´ê Adarê li meydanan bûn, doza edaletê kirin û nexasim jî xwestin dewleta Tirk a ji komkujiya Parîsê jî berpirsiyar bê dadgehkirin. Ber bi 8´ê Adarê ve çalakiyên jinan zêdetir dibin.
FRANKFURT: Rêxistinên Jinên Kurd di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Frankfûrtê meşek li dar xist. Meşê li ber stasyona trenê ya navendî ya Frankfûrtê dest pê kir û heta meydana Rossmarktê dewam kir. Di meşê de wêneyên Rosa Luxemburg, Clara Zetkin û Sakîne Cansiz ên sembola têkoşîna azadiya jinê ne, û alên TJK-E hatin hilgirtin.
Jinên Kurd cil û bergên neteweyî li xwe kirin û dîmeneke rengîn li çalakiyê zêde kirin. Wan sereqet dirûşmên "Jin jiyan azadî, Sara Rojbîn Ronahî" gotin.
Meşa ku li meydana Rossmarktê veguherî mîtingê, bi çoş dewam kir. Li vir di axaftinan de hatin gotin, qirkirina jinê polîtîk e. Mîtîng bi gerandina govendê dawî bû.
DUSSELDORF: Jinên Kurdistanî li vî bajarî pankarta li ser "Xwe biparêze, xwe bi rêxistin bike, bi azadiya xwe bijî" nivîsandî hilgirt. Jinan b cil û bergên xwe yên Kurdistanî jî bal birin ser xwe. Jinan bi dengê erbaneyên xwe jî bala xelkê kişand ser daxwazên xwe yên wekhevî û jiyanake ji bo jinan adiltir.
Jinên Efrîn û Şengalê ji bîr nekirin
STUTTGART: Jinan li Stuttgartê bal bire ser newekheviya derfetan, îstîsmara kedê û qirkirina fizîkî. Jinan ji jinên dîl re kartên posteyê şandin û peyama piştevaniyê dan.
Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanyayê (YJK-E) pêşengî li çalakiya bi boneya 8'ê Adarê kir. Jinan li Schlossplatzê dezgeheke agahdarkirinê danî. Li vê dezgehê, pankartên ku balê dibin ser qirkirina jinên li Efrîn û Şengalê, hatin hilgirtin.
Jinan li ber stranan govend gerand û peyama "Em ji 8’ê Adarê re amade ne" dan.
PARÎS: Li Parîsê wê çalakiyên Tevgera Jinên Kurd heta 8’ê Adarê dewam bikin. Dawiya hefteyê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evryê civîneke jinan hate lidarxistin. Di çalakiyê de hunermend Meral Alkan û Kewê derketin ser dikê û jinan li ber stranan govend gerand.
Çalakî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
LONDON: Li Londonê li dijî şer, şideta polês-dewlet, pergala mêr, îstîsmara kedê û şideta li dijî jinê, bi dehan rêxistinên jinan, jinên Kurd û bi giştî bi hezaran jinî, ji bo pergaleke wekheviya zayendî ji bo jinan, daketin meydanan. Weke her sal meşa “Million Women Rise ” ji aliyê rêxistinên femînîst ên Ingilîstanê ve bi boneya 8’ê Adarê li Londonê hat lidarxistin. Meşê li ber Stasyona Charing Crossê dest pê kir.
Saziyên jinan ên ji Kurdistanê bi pankartên xwe û wêneyê Sakîne Cansiz (Sara), Rojbîn û Ronahî yên li Parîsê hatin qetilkirin, tevlî meşê bûn.
ZURICH: Li ser banga platformên jinan tevî Meclîsa Jinê ya Berîtan û saziyên jinan ên Swîsreyî, bi hezaran jin li Bahnhofplatzê bi dirûşma "Dest bi dest, têkoşîna hevpar" li dijî qirkirina jinan, şer, tinekirina hawîrdorê û îstîsmarkirina keda jinan, hatin cem hev. Piştî meşê, li ser navê saziyên jinan daxuyanî hatin xwendin. Meclîsa Jinan a Berîtan jî ev peyam da: "Weke jinên Kurd, ji bo me dema parastina jina azad û civaka azad li dijî qetlîama jinê, hatiye." Li Swîsre çalakiyên 8’ê Adarê wê heta 12’ê Adarê bidomin.
VALENCIA: Li vî bajarê Spanyayê, bi pêşengiya Komîteya Jineolojiyê çalakî hatin lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyan de li ser têkoşîna jinên Kurdistanê û konfederalîzma demokratîk panel hate lidarxistin. Panel li pirtûkxaneya La Repartidorê hate kirin. Di panelê de li peyama bi dîmen a Komîteya Jineolojiyê ya Rojava hate temaşekirin. Piştî panelê ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin, îmze hatin komkirin. Piştî çalakiyan meş hate lidarxistin û meş li meydaneke bajêr bi govendê bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN