Di çarçoveya serdanên dîplomatîk ên şandeyên biyanî û saziyên civaka sivîl de Komîseriya Azadiya Olan a Navneteweyî ya DYA’yê sê roj in bi rayedarên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevdîtinan pêk tîne. Piştî hevdîtinên li Reqayê şandeyê daxuyanî da.
Cîgira Seroka Komseriya Emerîkayê ya azadiyên olî Nadine Menza rave kir ku wê projeya Rêveberiya Xweser ecibandiye. Her wiha got ku wan pêşniyarên girêdayî azadiya olan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevrûkirina wê bi bûyerên ku li herêmên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, ji hikumeta Emerîkayê re pêşkêş kirine û xwestine Emerîka bêhtir têkiliyên xwe bi Bakur û Rojhilatê Sûrî re xurt bike. Herweha got, divê Emerîka îtîrafê bi Rêveberiyê re bike.
Hevdîtinên bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) re li bajarê Qamişloyê pêk hatin.
Şande ji cîgira serokê Komîseriyê Nadine Menza û keşeyê wîlayeta Tennessee Nashville, Steve Burger, pêk tê.
Şande destpêkê bi berpirsên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.
Hevdîtina duyemîn bi Kongreya Star re pêk hat. Kongreya Star gelek belgeyên ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinên Sûriyê bi giştî û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî îspat dikin, nexasim sûcên li dijî endamên Koordînasyona Kongreya Star wekî topbarana li bajarê Kobanê, pêşkêşî endamên şandeyê kir.
Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif di hevdîtina bi şandeya Emerîkî re behsa binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî wekî guhertina demografîk, qirkirina etnîkî û olî û veguherandina wan herêman ji navnedên DAIŞ`ê re, kir û diyar kir ku rakirina alên DAIŞ`ê li Serêkaniyê û Efrînê vê dawiyê, mînaka herî berbiçav e.

NAVENDA NÛÇEYAN