Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Edaletê
Pêncşem 26 Hezîran 2025 - 02:50
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê bi Wezîrê Edeletê yê Tirk Yilmaz Tunç hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de rêyên çareseriyê yên têkildarî pirsgirêkên girtîgehan hatin nîqaşkirin.
Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî li Wezareta Edaletê bi wezîr Yilmaz Tunç hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtina satek dewam kir de Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî cih girt.
Pirsgirêka girtîgehan anîn ziman
Sezaî Temellî piştî hevdîtinê daxuyanî da û wiha got: “Ji bo me hevdîtinekî pir girîg bû. Ji ber pêkanînên li girtîgehan gelek pirsgirêkên cidî hene. Me van pirsgirêkan anî ser ziman. Em derbarê van pirsgirêkan de bi hev şêwirîn û hem jî lêgerînên çareseriyê anîn ser ziman. Em hêvî dikin ku wezaret xebatên pêwîst ên di vê mijarê de ecele bike û çareseriyê ji pirsgirkên ji ber pêkanînan derdikevin re bibîne. Çarçoveya hevdîtina me ev bû. Me destnîşan kir ku pêwsîtiya çareseriyê lezgîn e. Wan bi xwe jî got ku ew di vê mijarê de dixebitin. Ev pirsgirêk ji wan re tên ragihandin. Got ku ew di ferqa vê de ne. Me jî xwest ku ev mijar bêyî ku were derengxistin bibe rojev. Girtiyên nexweş têkoşîna jiyanê didin. Yê sereke girtiyên nexweş in.”
NAVENDA NÛÇEYAN