Hevdîtina AKP û HDP'ê

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 02:06

Beriya bi 6 salan, di vî wextî de darbeyek li dijî HDP'ê çêbû. Di şevekê de hevserok û bi dehan parlamenterên HDP'ê girtin û avêtin zindanê. Ji wê rojê ve hê jî hevserokên hingê yên partiyê û hin parlamenterên HDP'ê girtî ne. Ji wê demê ve rewşa li Tirkiyê guherî. Ango AKP'ê pêşî darbeyek çêkir û bi vê darbeyê re rewşa awarte ragihand. Piştre jî dest danî ser şaredariyên HDP'ê û qada siyasî li Kurdan teng kir. AKP'ê çiqas çete, mafya û dijminê Kurdan hebin, dan kêleka xwe. Ji MHP'ê heta dewleta kûr, her kes di eniyekê de hatin cem hev. Armanca wan ew bû ku li qada siyasî Kurdan têk bibin. Lê nekarîn vê yekê bikin. Bi deh hezaran endam û rêveberên partiyê girtin. Lê dîsa jî nekarîn pêşî li siyaseta Kurdan bigirin.

Di salvegera vê darbeyê de AKP'ê gavek avêt. AKP'ê wezîr û rayedarên xwe şandin cem HDP'ê. Ango çûn ber lingê HDP'ê. Ev çûyîna wan bi yek gotinê têkçûna wan nîşan dide. Heger bi hêz bûna, gaveke bi vî rengî nediavêtin. Lê qels bûne û desthilatdariya wan diheje. Siyaseta xurt a HDP'ê hişt ku AKP were ber deriyê wan. Lê tişta ecêb ew e ku hin partiyên din li ser vê hevdîtinê qiyamet rakirin. Qebûl nakin ku AKP çûye ber lingê HDP'ê. Qaşo nerazîbûn nîşanî AKP'ê didin. Ji AKP'ê re dibêjin, hem hûnê ji wan re bibêjin terorîst, hem jî hûnê bi wan re rûnên. Li vê derê mesele ew e ku HDP'ê reş dikin. Yanî divê ev hevdîtin nebûya. Ew bi vî rengî difikirin.

Li gorî min AKP'ê bi vê hemleyê, pêşî li partiyên din girt. Ji ber ku şeş partiyên din xwe nêzî HDP'ê nekirin. HDP'ê li derveyî tifaqa xwe hiştin. Lê ne li bendê bûn ku AKP hemleyeke bi vî rengî bike. AKP'ê li vê derê golek avêt wan partiyan. Esas, ew partiyên din ji AKP'ê bêhtir dijminatiyê li Kurdan dikin. AKP rengê xwe dide xuyakirin. Ew eşkere dijminatiyê li Kurdan dike. Heger karibe wê Kurdan tine bike û nehêle. Lê dît ku nikare vê yekê bike, vê carê çû ber lingê wan. Gotinek heye, dibêjin; destê tu pê nikaribî tu yê maç bikî. Tişta AKP'ê kir jî ew bû. Ji nişka ve siyaseta xwe ya li dijî HDP'ê guhert û xwe nerm kir. Hin rayedarên AKP'ê jî bi heman rengî daxuyaniyên nerm dan. Serokê partiya nijadperest Bahçelî jî wekî AKP'yiyan axivî. Yanî xuya ye ku di nav xwe de li hev kirine û hin pîlanên wan hene. Tişta ku AKP'ê kir, gelek derdor aciz kirin. Yanî hê li benda daxuyanî û bersiva HDP'ê nesekinîn û dest bi reşkirina wê hevdîtinê kirin. Lê yê ku daxwaza hevdîtinê kir û hevdîtin pêk anî AKP bû.

Heger ev hevdîtin beriya bi salan di navbera HDP'ê û partiyên din pêk hatiba, wê AKP heta niha li ser desthilatdariyê nemabûya. Partiyên din xwe dûrî HDP'ê kirin. Cesaret nekirin ku li deriyê HDP'ê bixin û her carê ew bi tenê hiştin. CHP û partiyên din bûn sedem ku destnedana parlementerên HDP'ê were rakirin. Her wiha bûn sedem ku HDP'yî werin girtin û şaredariyên wan werin dagirkirin. Ji ber tirsonekbûna wan AKP ewqasî li ser desthilatdariyê ma. Niha jî AKP'ê ev qelsbûna CHP'ê û partiyên din dît û hemleyeke bi vî rengî kir. Lê maneya vê ne ew e ku AKP wê ji rewşa riziyayî rizgar bibe. Encama vê hevdîtinê nîşan da ku HDP xurt e û AKP qels e. HDP dikare ji vê yekê sûdê bigire, hêza xwe ya xurt careke din nîşan bide. Ji raya giştî re vê yekê baş pêşkêş bike. Hem li ser çapemeniyê, hem li qadan vê hêza xwe bîne ziman. Ev hevdîtin ji AKP'ê bêtir wê li fêda HDP'ê be. Partiyên din ên dewletê jî rûyê wan ê qirêj eşkere bû. Bi hevdîtinekê re yekser HDP reş kirin. Li şûna wê, diviyabû gotibana, divê beriya bi salan ev hevdîtin pêk hatiba. Lê bi pêkhatina hevdîtinê re qiyamet rakirin. Di encamê de yê ji hevdîtinê serketî derket HDP ye. Hesabê AKP'ê çi ye û bi çi armancê ev hevdîtin pêk anî, me elaqedar nake. Ya giring hêza HDP'ê û îradeya wê ye. Bila partiyên din jî pişta stûyê xwe bixwerînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.