Hevbendiyek ji bo civaka sivîl
Sêşem 31 Gulan 2022 - 22:36
- Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl nivîsgeha xwe ya navendî li Qamişloyê vekir. Di nava hevbendiyê de180 rêxistinên navneteweyî û herêmî cih digirin.
Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl nivîsgeha xwe ya navendî li Qamişloyê vekir. Di nava hevbendiyê de180 rêxistinên navneteweyî û herêmî cih digirin.
Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl (HRCS) ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişloyê bi komcivînekê, nivîsgeha xwe ya navendî vekir. Di komcivînê de nûnerên ji rêxistinên navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistinên herêmî û nûnerên Rêveberiya Xweser hazir bûn.
Endamê Koordînasyona HRCS’ê Nasir Hac Mensûr got, gava wan a vekirina nivîsgeheke navendî, gaveke hêja yê: “Ev hevbendî ji bo dabînkirina pêwîstiyên civakê hatiye damezirandin.”
Mala 180 rêxistinan e
Her wiha hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser Ferhad Hemo jî got, ji civaka sivîl re li Sûriyê roleke girîng heye: “Em her dem daxwaza gihandina dengê civakê ji aliyên navneteweyî re dikin. Helbet bi yekitiyekê yan rêxistinekê dengê civakan nayê derxistin, lewma pêwîstî bi hevgirtinekê heye. Piştgiriya me ji Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl re wê domdar be.”
Endama HRCS’ê Evîn Şêxmûs jî ji me re got, di nivîsgeha navendî de endamên rêveber wê li ser pêkanîna projeyên ku ji aliyê hevbendiyê ve tên diyarkirin, kar bikin.
Evîn Şêxmûs da zanîn ku di kongreya damezirîner de wan rêxistinên çalak ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hevbendiyekê de civandine û wiha peyivî: “Armanca hevbendiyê jî ew e ku civaka sivîl bi rola xwe ya sereke rabe, ji ber ku civaka sivîl pira di navbera rêveberî û civakê de ye. Di nava Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl de heta niha zêdetirî 180 rêxistin hene û rê li ber tevlîbûnê vekirî ye.”
Nivîsgeha HRCS’ê li taxa Siyahî ya Qamişloyê ye. HRCS’ê di 17`ê Cotmeha 2021`an de kongreya xwe ya damezirandinê li Qamişloyê bi amadebûna 200 delegeyan li dar xistibû.
ANHA/QAMIŞLO