GÎVARA ŞÊX NÛR/ANHA/QAMIŞLO
Akademîsyen û hunermendên Ermen destnîşan kirin ku dîroka Osmaniyan tijî qirkirin e û dewleta Tirk îro wê dîrokê temam dike. Wan her wiha got, ji bo ku li hemberî wê bisekinin û aştî pêk were, yekîtiya gelan çareseriya yekane ye.
Osmaniyan li dijî Ermenan di 24`ê Nîsana 1915`an de qirkirinek da destpêkirin.
Rojnamevan û dîplomatê Ermen Hamo Moskoviyan der barê mijarê de got: “Dîroka Osmaniyan, Komara Tirkiyeyê û dewletên ku xwîna xelkê dimijin, li ser komkujiyên sereqet, qirkirin, koçberî, talankirinê ava bûye. Kabûsa bi serê Ermen, Kurd, Suryan, Asûr, Ereb û neteweyên bindest de hatiye dewam dike. Yekitiya wan neteweyan dê rê li pêşiya vê kabûsê bigire.”
Tirkiye neçar bikin da ku tazmînatan bide
Serokê edîtoriya rojnameya California Courier, Harût Sasoniyan jî got, naskirina van komkujiyan xwedî qîmeteke exlaqî ye û ji bo îsbatkirina rastiyê ye: “Ya jê girîngtir ew e ku xwe bigihînin dadgeha navneteweyî û Tirkiyê neçar bikin ji bo ku tezmînatan bide, milk û malên ku dizîne vegerîne xwediyên wê yên rastîn.”
Lêkoler Yagiya Taşjiyan jî bang li Kurd, Ermen, Asûr û gelên din kir da ku li hemberî nîjadperestiyê hevkariyê xurttir bikin: “Me berê dît çawa li dijî Ermen û hindikahiyên din komkujî pêk anîn. Paşê Kurd û Êzîdî neçar kirin ku ji axa xwe derkevin. Di encamê de li dijî Kurd û Elewiyan komkujî pêk hatin.
Pêwîstî bi însiyatîfên yekitiyê heye. Ev çareseriya yekane ye ji bo ku em aştiyê bi dest bixin.”
Tirkiye neteweyan parçe dike
Hunermend Mahir Serkisiyan jî got, “Tirkiye îro jî roleke sûcdar û kirêt li Sûriye, Iraq, Qibris û Lîbyayê û bi rêya xulamê xwe Azerbeycanê li Qafqasan dilîze.” Serkisiyan bi bîr xist ku Tirkiye her wiha êriş û topbaran dike, piştgiriya rêxistinên terorîst li Rojhilata Navîn û dûr dike, di heman demê de hewl dide ku Kurd, Ermen, Ereb, Suryan û Asûran ji hev parçe bike. Serkisiyan, ji bo rawestandina komkujiyên dewleta Tirk, banga pêkanîna yekitiyê di nava Kurd û Ermenan de kir.
Generalê teqawîtbûyî Narîk Îbrahîmiyan jî bang kir da ku li ser asta navneteweyî hesab ji berpirsên komkujiyan bê xwestin, mafên madî û manewî li mexdûran vegerin. Li ser hevbendiya Kurd, Ereb û Ermenan jî Îbrahîmiyan got, “Divê hevbendî, nihêrîneke diyar û stratejiyeke wisa diyar bike ku di pratîkê de pêk tê, da ku armancên vê nihêrînê pêk werin.”