• Şahiyên pîrozkirina Roja Jinan a Cîhanê li kantonên Hesekê, Qamişlo, Kobanê û bajarên Heleb û Minbicê doh li dar bûn.

Şahiyên pîrozkirina Roja Jinan a Cîhanê li kantonên Hesekê, Qamişlo, Kobanê û bajarên Heleb û Minbicê doh li dar bûn. Bi hezaran xelk, bi cil û bergên gelêrî tev li şahiyan bûn. Şahî bi dirûşma “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin” pêk hatin.

HESEKÊ: Şahî li Meydana Bendava Xerbî ya li bajêr, li Meydana Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê û Meydana Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Dirbêsiyê bi rê ve çûn.

QAMIŞLO: Li navçeyên Girkê Legê û Til Koçer ên kantona Qamişloyê, şahî navendî ne û li stada Rimêlanê bi rê ve çûn. Li bajarê Qamişloyê şahî li Stada Heysem Keco li dar ket. Bi hezaran jin û endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li şahiyan bûn.

Di axaftinan de soza dewamkirina têkoşînê heta rizgarkirina tevahiya axa dagirkirî, hat dayîn.

HELEB: Şahî bi pêşengiya Kongra Star li meydana şahiyê ya li herêma Şiqeyf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar ket.

KOBANÊ: Li Kobanê şahiya 8`ê Adarê li Daristana Kobanê ya li rojavayê bajêr li dar ket. Bi sedan jin û mêr tev li şahiyê bûn.

MINBIC: Li xeta Muhterêq li gundê Toq El-Xelîl ê li başûr rojavayê Minbicê şahiya 8`ê Adarê bi rê ve çû. Bi hezaran jinên ji Tebqa, Reqa, Kobanê û Minbicê û endamên saziyên sivîl, leşkerî û saziyên taybet ên jinan tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbyayê ya Minbicê Hala Ilwan got, “8`ê Adarê berhema têkoşîn û berxwedana bêhmepa ya jinên kedkar ên cîhanê ye.”

ŞEHBA: Şahî li gundê Elûşe yê Ehdasê li dar ket. Endamên Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê straneke şoregerî gotin û piştre perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî jinan û rola wê di têkoşîna li dijî pergala baviksalarî de hatin xwendin.

 NAVENDA NÛÇEYAN