Heta rizgariyê em ê têbikoşin

Şemî 3 Tebax 2024 - 02:40

Berdevka YPJ'ê di salvegera 10'emîn a qirkirina Şengalê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê de Berdevka Navenda Ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal, Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed û Berpirsa Ofîsa Têkiliyên YPJ’ê Lena Hisên û her du jinên Êzidî Tawaf Dawûd Çeto ya 24 salî û Ezîza Xalid Elî ya 25 salî li gel zaroka bi navê Xûnav amade bûn. Rûksen Mihemed di destpêka civînê de axivî û wiha got:"3’ê Tebaxê salvegera  fermana 74’an a li ser Şengalê ye, bê guman dewleta Tirk a dagirker jî li pey vê fermanê bû. Êrîşa DAIŞ’ê li ser gelê me yê Şengalê êrîşeke li dijî mirovahî li dijî çand ol û netewekê bû, herwiha êrîşeke li dijî nirxa civakên resen yên li Rojhilata Navîn bû. DAIŞ bi zihniyeta mêr-dewlet û bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker xwestin gelê me yê Şengalê ango gelê herî qedîm di Rojhilata Navîn de qir bikin. Lê berxwedana gel û taybet jinên Êzidî hişt ku heta roja îro ev têkoşîn bidome û ew li ser vê axê bimînin ku kes nikaribe wan ji holê rabike. Bi hezaran jin û zarokên Êzidî dîlgirtin, di bazarên koletiyê de hatin firotin û gelek kes binax kirin, pêve girêdayî talankirin, tecawîzkirin û her tişt li ser gelê me yê Şengalê ferzkirin. Lê şervanên YPJ/YPG û gerîlayên azadiyê yên ku bi hawara Şengalê ve çûn, da ku wan ji qirkirinê biparêzin. Li wir pêşmergeyên PDK’ê hebûn ew gel û ax bi tenê hiştin û ew rûbirûyî êrîşên DAIŞ’ê re hêlan. Lê di vir de hêzên ku soza parastina gel û jinan dabûn, di parastin û xilaskirina Êzidiyên mayî de xwe îsbat kirin. Eger ev parastin neba, wê qirkirinek di astên herî jor de pêk hatiba û xeteriyên mezintir bi xwe re anî ba." Rûksen Mihemed da zanîn ku piştî 10 salan rizgarkirina jinên Êzidî ji YPJ’ê re kêfxweşî û nirxekî biha ye û got:"Êrîşa bi hişmendiya mêr-dewlet a DAIŞ’ê pêk hat hewl didan ku nasnameya jin û hebûna wê ji holê rabikin. Ji ber hebûna jinan ji holê rakirin hebûna civakê ji holê rakirin e. YPJ’ê bi vê erk û berpirsiyartiyên xwe yê exlaqî û dîrokî ji roja destpêkê a fermanê, bi erkê rizgarkirina jinên Êzidî radibe û soza parastina hemû gelan û taybet gelê Êzidî her nû dike. Dewleta Tirk a dagirker çeteyan ji herêmên dagirkirî Efrîn Serêkaniyê Girê Spî û Idlibê dibe û berê wan dide Başûrê Kurdistanê, dixwaze careke din gel rûbirûyê qirkirinê bihêle. Pêwîste gel, ciwan û gelê me yê Êzidî taybet li hember pilanên dagirkeriyê hişyar bin, divê ku pergala xwe ya parastinê xurtir bikin." Paşê her du jinên Êzidî axivîn û di dawiyê de spasiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) kirin ku ew rizgarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.