M. ZAHÎT EKÎNCÎ/HAMBURG
Xalê Elî yê ji Kurdên li Hamburgê, yanî şêwekar Ali Ulger, resmên ku van sê salên dawiyê xêz kirine, li Kulturladen St Georgê nîşan dide. Qederê 50 tabloyên Xalê Elî di pêşangeha bi navê “Şopên Jiyanê” de heta 10´ê Sibatê wê bên nîşandan.
Ev pêşangeha hanê ya Xalê Elî, pêşangeha wî ya şexsî ya yekem e û wî ev di 65 saliya xwe de bire serî. Ji parlamenterên berê yên HDP´ê Sîbel Yigitalp, Nihat Akdogan û sosyolog Martin Dolzer jî li destpêkirina pêşangehê amade bûn.
Me Xalê Elî li mekanê pêşangehê Kulturladenê dît. Wî ji me re got, xêzkirina wêneyan wî azad dike, û wiha peyivî: “Min li ser şêwekariyê ti dibistan nexwendiye, lê ez gelekî hez ji xêzkirina resman dikim. Gava ez resman xêz dikim ez di heman demê de xweşî, şahî, êş û xemên miletê xwe jî tînim ziman. Ez 65 salî me. Çawa ku ji bo hînbûnê sînorekî temen nîne, ji bo elaqedarbûna bi huner re jî, sînorekî temen nîne.”