Heta ku edalet pêk were
Duşem 5 Hezîran 2023 - 01:23
Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, peyamek parve kir û got, "Em bawer dikin, temaşekirina zilma zaliman ji zalimbûnê ne cudatir e. Ji vê zilmê re hê zêdetir bêdeng nemînin û edaletê pêk bînin. Heta ku edalet pêk were wê têkoşîna me ya maf, hiqûq û edaletê bidome."
Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên Parlamenterê berê yê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsê ya ser bi Rihayê, êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji komkujiyê bi birîndar filitî, di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir. Têkoşîna malbata Şenyaşar a edaletê di roja 805’an de dewam dike. Ji ber ku dawiya heftê bû, doh malbatê nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir.
RIHA