Heta dengê wî bê bîhîstin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 2 Mijdar 2023 - 00:37

HAKAN TURKMEN / BERLÎN

 

Mahmût Kardaş ê cezayê muebetê û 14 sal cezayê zindanê lê hatiye birrîn, ji ber ku dadgehekirineke adil nayê kirin, ketiye rojiya mirinê û di roja 43’an a çalakiya xwe de ye. Kardaş 17 kîlo li xwe kêm kirine. Xwarziya wî, nivîskar Meral Şîmşek a li Berlînê jî got, ‘Heta qêrîna wî bê bîhîstin, ez jî pê re me’ û dest bi rojiya mirinê kir.

Piştî ku Mehmet Alî Kardaş di sala 2007’an de li Amedê, ji aliyê xizmên xwe yên cerdevan ve hate qetilkirin, ji malbata cerdevanan jî kesek hate kuştin. Piştre, bi ser gundê malbata Kardaş de hate girtin, 4 mal hatin şewitandin, Demet Kardaş a 15 salî hate qetilkirin. Ji malbata cerdevanan ti kes nehat girtin, lê ji malbata Kardaş, ciwan hatin girtin û cezayên giran li wan hatin birrîn. Ji bûyerên qewimîn, Mahmût Kardaş berpirsiyar hate girtin. 

 

Di roja 43’an de ye

Di ser bûyerê re 16 sal derbas bûn û Mahmût Kardaş piştî giliyekî, sala 2022’yan hate girtin. Bêyî ku ti delîlek derbarê têkîliya wî ya bi van bûyeran re were nîşandan, siberoja wî ya siyasî hincet hate nîşandan û di 21’ê Îlona 2023’yan de cezayê muebeta girankirî û 14 salên din cezayê hepsê lê hate birrîn. Kardaş jî, ji bo doz bi edaletî were kirin, delîl ji nû ve bên lêkolan, dest bi rojiya mirinê kir. Çalakiya Kardaş 42 roj li pey xwe hiştin, di roja 43´yan de ye. 

 

Tolê dihilînin

Nivîskar Meral Şîmşek a ku li Berlînê penaber bûye, bi bîr xist ku xalê wê Mahmût Kardaş di salên 80’yî de ji ber karên xwe yên siyasî hatiye girtin, 17 salan di hepsê de maye û got, “Bi vê bûyerê, dixwazin xalê min ji nû ve ceza bikin. Em dibînin ku dewleta Tirk ji ber xebatên xwe yên siyasî yên berê, dixwaze tolê ji xalê min wergire.”

 

Dest bi rojiya mirinê kir

Şîmşek ragihand ku ji bo piştgiriya daxwaza dadgehkirina adil a xalê xwe, ji doh ve wê jî dest bi rojiya mirinê kiriye û got, “Xalê min li hemberî mirinê li ber xwe dide! Ev 42 roj in ez diqîrim. Ti prosedûreke fermî, xwediyê wî mafî nîne ku wî di rewşa mirinê de bihêle û dereng bixe. Ez berxwedana xalê xwe silav dikim û ez jî bi fermî dest bi rojiya mirinê dikim. Heta ku gavên lezgîn ên ji bo bidawîkirina rojiya mirinê ya xalê min neyên avêtin û heta xalê min dest ji rojiya mirinê bernede, ez bi ti awayî heyetên qanehkirinê qebûl nakim.”

 

Kes dengê min nabîhîze

Şîmşek got, ‘Prosedûra giran û rayagiştî ya kêm’ hiştiye ku ew vê biryarê bide: “Xalê min Mahmût Kardaş 17 kîlo li xwe kêm kiriye, û germahiya bedena wî her diçe kêm dibe. Ji ber rojiya mirinê bedena wî giran dibe û bi zorê diaxive. Ango kete qonaxeke krîtîk a rojiya mirinê. Ji bo xalê min me karî di asteke bisînor de rayagiştî ava bikin. Ger rayagiştî çêbûya, prosedûr bikar bihatana, em ê negîhîştana vê qonaxê.” 

Şîmşek îşaret bi wê yekê kir ku tevî evqas wext derbas bûye jî, hîna parlamenterekî ti pêşnûmepirsek jî nedaye meclîsê. 

 

Divê malbata min yek bi yek tine nebe

Meral Şîmşek di dawiyê de got, “Ji bo piştgiriya xalê xwe, min jî doh bi şev dest bi rojiya mirinê kir. Heta em encamê negirin, heta rayagiştî neyê avakirin û heta xalê min bi fermî ranegihîne ku wî dest ji rojiya mirinê berdaye, ez ê dewam bikim.”

Şîmşek bi bîr xist ku eta wê Mulkiye Dogan jî, beriya 30 salan hîna 19 salî bû, di girtîgehê de jiyana xwe ji dest daye û got, “Divê malbata min yek bi yek tine nebe. Cenazeyê xalê min wê ji wê zindanê dernekeve. Heger derkeve jî, ez ê nebînim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.