• "Dewleta Tirk a faşîst dixwaze nasname û dîroka Kurdan tine bike."

Bi rasthatina salvegera 4`an a dagirkirina Efrînê re Yekîtiya Êzîdiyan a Helebê êrişên dewleta Tirk ên li dijî kantonê şermezar kirin û got, "Dewleta Tirk a faşîst dixwaze nasname û dîroka Kurdan tine bike."

Endama Yekîtiyê, Ranya Cafer û endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Medya Elî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniya Yekitiya Êzîdiyan de hate gotin, "Bi dilekî xemgîn em îro roja reş a ku di ser gelê Kurd de hatibû, ku dewletên garantor û bêwijdan pêk anîn, bi bîr tînin û dibêjin, bi van êrişan xwestin gelê herêmê koçber bibe, û erdnîgariyeke bi pirrengiya pêkhateyên xwe tê naskirin, dagir bike. Efrîn bi her qada xwe ya çandî, civakî, aborî, leşkerî û birêxistinkirina gel a di bin sîwana neteweya demokratîk û biratiya gelan de, ji cîhanê re bû mînak."

Xwepêşandêran di daxuyaniya xwe de got, "Efrîn dayik û welat e, xaka wê bi xwîna ewladên wê yên birûmet hate avdan, lê niha xaka wê bi kesên bêwijdan qirêj bû. Darên wê şewitandin, gor û mezargehên pak rûxandin heta kevir li ser kevir jî nehiştin. Xelk hîna piştî 4 salan jî tê revandin da ku zêdetir fidyeyan bistînin.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk ji mêj ve li dijî gelê me yên Kurd siyaseta guhertina demografiyê dimeşîne, da ku xewna Osmaniyan zindî bike.

Lewma em êrişên li ser Efrînê şermezar dikin û bang li rêxistinên hiqûqî yên îdîaya parastina mirovahiyê dikin û qadên navneteweyî dikinda  ku sînorekî ji dagirkeran re deynin û li pêşberî raya giştî ya cîhanê wê mehkûm bikin.”

ANHA / HELEB