- Karmendên Şaredariyê yên Helebceyê, ji ber nedana mûçe mohlet dan hikûmetê.
Karmendên Şaredariyê yên Helebceyê, ji ber nedana mûçe mohlet dan hikûmetê. Karmendan diyar kir, heger heta 15’ê Nîsanê mûçe neyê dayîn, ew ê tevahiya karê xwe rawestînin.
Nerazîbûna karmendan ya ji nedana mûçe û hikûmetê dewam dike. Karmendên şaredariya Helebceyê doh neçûn ser karê xwe û li ber derê avahiya serokatiya şaredariyê kom bûn. Li ser navê karmendan Selam Mistefa axaftinek kir.
Selam Mistefa got; “Ji bo dayîna mûçeyê mehên Sibat û Adarê heta 15’ê Nîsanê em mohletê didin aliyên peywendîdar. Heger di dema xwe de mûçe neyê dayîn, em ê neçin ser kar. Hinek karmend mûçeyê wan tenê 300 hezar dînar e û têra wan nake. Bi vî awayî rêveberî nayê kirin.”
ROJNEWS/HELEBCE