Hestên netewî bi huner derdibire

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Çile 2025 - 00:47

NESRÎN ŞÊXO / ANHA / HELEB

Jineke ciwan ku bi darê zorê ji Efrînê koçber bûye, bi tabloyên ku xêz dike, girêdana xwe ya bi netewbûna xwe û hesreta xwe ya ji bo bajarê xwe yê ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin nîşan dide.

Jina ciwan a 24 salî Narîman Qasim ji gundê Sînko yê girêdayî bajarê Şeran ê Efrînê ye, ji zarokatiya xwe ve ji xêzkirina wêneyan hez dikir û behremendiya wê ya xêzkirinê diyar bû, li dibistanê jî pir guh dida dersên xêzkirina wêneyan.

Di destpêka karê wê yê hunerî de, xêzên Narîman sade û li gorî temenê wê yên biçûk bûn, lê hewlên wê yên ji bo pêşdebirin û pêşxistina şarezayiya xwe di warê xêzkirinê de, bû sedem ku behremendiya wê pêş bikeve û tabloyên wê bigihêjin qonaxa hostatiyê.

Di 18’ê Adara sala 2018`an de dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Efrînê dagir kirin û malbata Narîman neçar ma ku koç bike û berê xwe bide bajarê Helebê û li wir bimîne. Narîman di 18 saliya xwe de tevlî Peymangeha Hunerî li Helebê bû û di dema xwendina xwe de gelek ezmûn derbas kir ji bo ku xwe bigihîne qonaxa afrêneriyê di warê xêzkirinê de, di sala 2020’an de xwendina xwe temam kir û kar kir ku tiştên fêr bûne bigihîne derdora xwe.

Huner dikare mîrasê zindî bihêle

Narîman di sala 2022`an de tev li Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê bû, û dest bi pwerdekirinê kir û karbîbû nêzî 40 şagirtan perwerde bike. Piraniya tabloyên Nariman girêdana wê ya bi bajarê wê Efrînê re û serbilindiya wê ya bi neteweya wê re nîşan didin. Weke jinekê, firçeya wê rengên jinan di tabloyan de dixemilîne, ku hêza jian dide xuyakirin. Der barê mijarê Narîman dibêje: "Divê em heta ku ji dest me tê mîrateya xwe zindî bihêlin, çi bi hunerê, çi bi rêyên din. "

Şoreşa bê huner têk diçe!

Narîman beşdarî “Festîvala Şehîd Bercem” ku di 6’ê Îlona sala derbasbûyê de li bajarê Kobanî hat lidarxistin bû, tabloyên wê gelek hatin ecibandin, her wiha diyar kir ku ew amadeye beşdarî hemû pêşangeh û festîvalan bibe da ku êş û azarên gelê xwe û herêma xwe bi rêya tabloyan ragihîne. Narîman bang li hemû hunermendên Kurd kir ku Efrînê bi hunera xwe nîşan bidin û planên qirkirina çandî ya li dijî civaka Efrînê pûç bikin û got: "Em ê bi hunerê bi ser bikevin, nebûna hunerê tê wateya têkçûna şoreşê. "

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.